Şoreş bi çalakiyên partîzaniyên Pêşmergeyên xwe roleke kartêkertir li ser guvaşxistina ser dezgehên serbazî û ewlehiyê yên hikûmetê dibû, herwiha morala bilindtir li ser Pêşmerge û hevaldar û rêxistinên nihênî yên nav cemawerê nîşan dida, diyar e di sala 1985ê de sedan çalakiyên curbicur li navçeyên cuda yên Kurdistanê hatin encamdan û ziyanên giyanî û madî yên mezin gihandin hêzên hikûmetê, yek ji wan çalakiyan ew bû ku Lijneya Navçeya Zaxo ya Partiya Demokrat a Kurdistanê di 22ê Tebaxa 1985ê de civîneke li gel berpirsiyarê rêxistinên sînorê wê encam da li Geliyê Harîna, di wê civînê de gotûbêj li ser wê hat kirin ku hêzeke hevbeş pêk bînin û çalakiyeke partîzanî bi hev re encam bidin li navçeya Guliya ya devera Badînan û Mela Remezan Qumrî berpirsiyarê lijneya navçeyê, bi xwe serperiştiya wê bike.
Diyar e di serdema Şoreşa Gulanê de Hêzên Pêşmerge di çarçoveya rêxistina partî de hatibûn rêkxistin wekî liq û navçe û rêxistin (gerdî, 221, 269). Lewma di wê çalakiyê de Hêzên Pêşmergeyên rêxistinên (Şoreş, Şehîd Mehmûd Gewda, Rencberan, Şehîd Mihemed Salih, Şehîd Hacî Îsa, Govend) beşdar bûn, destpêkê desteyeke pêşeng a Pêşmergeyan hatin amadekirin ji bo derketin û komkirina zanyariyên berayî li ser rebaye û binkeyên serbazî yên navçeyê, paşê li ser wê hevra bûn ku êrîş bikin ser rebaya Şabanîê li serê gundê Siwara Stewrê, ku desteya pêşeng erka xwe bi cih anîn û vegeriyan, Hêzên Pêşmerge dest bi tevgerê kirin, destpêkê li gundê Bêxebarê civiyan û dabeşî ser malan bûn ji bo xwarina nanê êvarê, paşê bi nav gund û ladêyên navçeyê re derbas bûn û bi ser bilindahiyan de hilkişiyan, saet 3ê şevê gihîştin ser bilindahiya çiya, hêz hemû bi hev re gihîştin û fermandeyê hêzê careke din berpirsiyarê rêxistinan kom kir li ser çawaniya encamdana çalakiyê û raya wan wergirt, lê gava li rewşê nêrîn û nirxandineke bilez jê re kirin, gihîştin wê rayê ku ew rebaye cihê wê gelek zehmet e û pêşbîniya ziyaneke zêde dikirin ji bo Hêzên Pêşmerge, lewma plan guhertin û biryar dan êrîş bikin ser rebaya Girê Biê.
Destpêkê hêzeke Pêşmerge ji bo şarezayî û komkirina zanyariyan li gel desteyek ji wan Pêşmergeyên şareza di rakirina mînan de hatin şandin bo cihê bûyerê, gava nêzîkî rebayê bûn wan Pêşmergeyên ku ji bo rakirina mînan hatibûn destnîşankirin pêş ketin, ew çend mînan dîtin pûç kirin û li ser rêyê alî kirin, heta nêzîkî rebayê bûn bi qasî (50 - 70) metreyan paşê vegeriyan bo cem Hêzên Pêşmerge û tevahiya zanyariyan ji bo fermandeyê hêzê û Pêşmergeyan ronî kirin, di 28ê Tebaxa 1985ê de nexşeya êrîşkirina ser rebayê hat danîn ku berpirsiyarê êrîşê Mihemed Xalid Boselî bû û xala lêdanê bi (RPG) û dema êrîşê saeta sifir hat diyarkirin di 12:30 xulekên şevê, Hêzên Pêşmerge bi rê ketin û bi bilindahiya çiya de hilkişiyan heta gihîştin nêzîkî rebayê, xalên lêdana (RPG) hatin diyarkirin ku pênc cih bûn, şarezayên rakirina mînan pêş ketin ji ber zêdebûna mînan li derdora rebayê hejmareke din jî rakirin û alî kirin.
Dema destpêkirinê gihîşt, Mihemed Xalid Boselî berpirsiyarê çalakiyê ferman da (RPG) bi destan, ku gulle yên xwe biteqînin û armancên xwe bipêkin, ji her pênc cihan rebaye hat ber gulleya (RPG), bi maweyekî kêm ziyaneke zêde gihîştê wekî di nîşanê de hatiye tûşî têkçûnê bû, paşê êrîşa Pêşmerge dest pê kir, lê di destpêkê de yek ji Pêşmergeyan hat pêkanîn û ket, yekî din jî li cihê lêdana (RPG) mînek di bin lingê wî de teqiya û lingê wî perçiqî, lê Pêşmerge di êrîş û pêşrewiyê de berdewam bûn gava gihîştin ber sîma bin rebayê, çend mînan din jî bi Pêşmergeyan de teqiyan û ziyaneke zêde gihîşt wan di warê Şehîd û birîndaran de, bi wê sedemê peşêwî ket nav Hêzên Pêşmerge û nekariyan bigihîjin rebayê belkî tenê derfet bo wan ma ku feryada Şehîd û birîndaran bigihîjin û dûr bixin, çimkî ji Batîfa û rebayên derdorê gava nûçeya êrîşa Pêşmergeyan gihîştê bo ser rebaya Girê Biê, dest bi avêtina çira (tenwîr) û topbarankirin û teqekirinê kirin bi arasteya derdora rebayê.
Di wê çalakiyê de Hêzên Pêşmerge nekariyan armanc bipêkin ku girtina rebaya Girê Biê bû, wekî nîşan pê hat kirin mînekeke gelek zêde li derdora rebayê hatibû çandin, ew bû astengiyeke mezin ji bo gihîştina wê, her çend Hêzên Pêşmerge bi planeke serbazî ya saxlem amadekariya alîkirina mînan û gavên çûna pêş de peyrew kir, lê çiriya mînrijandinê bû astengiyeke mezin û ziyaneke zêde bo ser Pêşmerge ku 5 Şehîd û 11 birîndar jê ketin, cihê nîşankirinê ye gava rewş bi wî awayî aloz bû di berjewendiya binkeya serbazî ya Artêşa Iraqê de, Hêzên Pêşmerge karîn tevahiya termên Şehîd û birîndaran rizgar bikin û nehêlin bikevin destê hêzên artêşa hikûmeta Iraqê, bi wê pîvanê piştî her şerekî artêşa Beis hemleya serbazî dianî û kêmala navçeyê dikir.
Çavkanî:-
Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.
-
Mihemed Murad, Xebata Çiya, bîranîn û serhatiyn Şoreşa Gulanê di navbera salên (176-1989) de, çapxana Kurdistanê – Zaxo, 2007.
-
Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek di xizmeta rêbaza Barzanî de Hecî Bîroxî, berga duyem, çapa duyem, Tirkiye- 2021.





