Di sibata 1963an de, Beasiyan bi derbeyeke serbazî Ebdulkerîm Qasim û hikûmeta wî ji desthilatê xistin û desthilata Iraqê girtin destê xwe, serkirdetiya Şoreşa Kurdî piştgiriya xwe ji bo hikûmeta nû nîşan da, û hêviya xwe anî ziman ku pirsa Kurdî bi aştiyane û dadperwerane were çareserkirin, tevî ku Beasiyan di destpêkê de hêza wan nebû ku şerê Şoreşa Kurdî bikin, lewma agirbest ragihandin û danûstandin di navbera wan de dest pê kir.

Eşkere ye ku danûstandin zêde neçûn ji ber ku hikûmetê karî di nav sê heta çar mehan de hêzên xwe kom bike û ji nû ve rêk bixe, paşê gefa tepeserkirina Şoreşa Kurdî xwar û red kir ku bi serkirdên şoreşê re danûstandinan bike, di meha hezîrana 1963an de hikûmetê êrîşên xwe li ser deverên şoreşê û li hemû deverên di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de dest pê kirin û ji roja yekem a şer, Artêşa Iraqê ji Mûsilê ber bi Zaxo û deverên din ên Badînanê ve, û ji Kerkûkê ber bi deşta Koye, Çemçemal, Silêmanî, Ranya û Qeladizê ve, û li eniyeke din ji Silêmanî ber bi Qeredax û Germiyanê ve, herwiha ji Bexda ber bi Xaneqînê ve tevgeriyan, û dest bi tevgerê ji Kifrî, Kelar, Derbendîxan û Şarezûrê kirin. 

Plana hikûmeta Iraqê ya vê carê ew bû ku qadên şer li ser çend eniyan ava bike da ku Hêzên Pêşmerge ji deverên di bin kontrola şoreşê de cuda bike, û di êrîşê de hemû gund, çiya, deşt û newalên Kurdistanê şewitandin, nemaze dema ku êrîş di demsala havînê de bû, ku demsala dirûnê bû ji bo destgirtina li ser cihên Pêşmerge û birçîkirina gelê Kurd û qutkirina çavkaniyên darayî yên Pêşmerge.

Vê carê êrîşa hikûmeta Iraqê li ser Kurdistanê ji êrîşên din cuda bû, ji ber wê rêkeftina ku bi hikûmeta Sûriyê re kiribû ji bo alîkariya tepeserkirina Şoreşa Kurdî, ku rejîma Beas di wê demê de li Sûriyê desthilat girtibû destê xwe bi navê hêzên (Yermûk) di bin fermandariya Eqîd Fehed Şaîr de ku sînorê Iraqê derbas kir û piştgiriya Artêşa Iraqê kir di êrîşkirina ser Hêzên Pêşmerge de.

Di yekê Çiriya Paşîn a sala 1963an de, Artêşa Iraqê bi lîwayên sêyem û pêncem bi fermandariya Eqîd Seîd Hemo bi piştgiriya ketîbeyeke tankan û hêzeke serbazî ya Sûriyê û çeteyên kirêgirtî (Caş) êrîşeke berfireh kirin ser devera Çemê Rêzan. Êrîş ji devera Şwan û Şêx Bezinî heta nahiyeya Axcelerê girt, û hêzên hikûmetê çend cihên wek Taslûce û gundê Esker û Qela Xelîfan û nêzîkî Dûkanê heta Çemê Rêzan dorpêç kirin.

Hêzên Rizgarî yên ser bi Pêşmerge ve, yên ku berpirsiyarê parastina herêmê bûn, li hember êrîşa hikûmetê rawestiyan û ziyanên mezin gihandinê, lê hêzên hikûmetê li ser êrîşên xwe berdewam bûn, û piştî hefteyekê karîn kontrola Çemê Rêzan bikin.

Pêşmerge hêzên xwe vekişandin bo devera Sûrdaş û Bêremekrûn û newala Cafayetî ji ber nebûna çekan nemaze çekên dijî tankan, tevî vê yekê Hêzên Pêşmerge operasyonên xwe yên fedayî ji bo lêdana rabayên dijmin û danîna kemînan li ser rêyên giştî û lêdana hêzên hikûmetê berdewam kirin.

Piştî destgirtina li ser Çemê Rêzan, hikûmetê xwest deverên Qeredax, Germiyan, Kifrî, Kelar û Derbendîxanê cuda bike û dorpêç bike, da ku Hêzên Pêşmerge bi temamî têk bibe, lewma êrîşek ji Baziyan, Silêmanî û Kerkûkê dest pê kir. Hêzên Pêşmerge li wê deverê bûn sê beş, beşek ji wan ber bi deverên Sertke, Bemo û Derbendê Bilûle yê zehmet ve çûn, ku hêzên hikûmetê zêdetirî du mehan mijûl kirin, û barê şer li ser deverên din sivik kirin, beşa duyem du operasyonên mezin li Zambûr û bakurê rojhilatê bajarê Kerkûkê bi lêdana bîrên petrolê pêk anîn.

Beşa sêyem dest bi êrîşkirin û şopandina hêzên hikûmetê kir ku ber bi êrîşkirina bajarokê Qeredaxê û destgirtina li ser wê ve çûbûn, û di vî şerî de hejmareke mezin ji serbaz û efserên Artêşa Iraqê û artêşa Yermûk a Sûriyê û ceyşên Ereb ên kirêgirtî beşdar bûn, yên ku hatibûn ji bo şerkirina Kurdan bi deşdaşên spî û eqalan, ku hejmarek ji wan hatin kuştin û birîndarkirin. 

Vê yekê hêzên hikûmetê ewqas lawaz kir ku êdî nekarîn êrîş bikin, herwiha bi hêzên Yermûk ên Sûriyê re jî rastî pirsgirêkan hatin, û ji bo revîna ji vê krîzê neçar ma ku dawiya sala 1963an penayî bibe ber danûstandinan. Di destpêka sala 1964an de, bi rêya efserê Kurd Kerîm Qernî bi Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê re peywendî kir, û di kanûna duyem a sala 1964an de serokê şoreşê Barzanî bi parêzgarê Silêmanî Emîd Ebdulrezaq Seyîd Mehmûd re li Ranya civiya, û piştî çend hevdîtinan agirbest hat ragihandin.

Çavkanî:

1- Xoşewî Elî Kaniyêlençî, Bîranînên Ezîz Qazî Sûrçî, (Çapxaneya Danişfer- Hewlêr- 2023).

2- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî Kurd, bergê sêyem, beşê yekem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, (Çapa yekem- 2004).

3- Îbrahîm Celal, Başûrê Kurdistan û Şoreşa Eylûlê Binyadnan û Heltekandin 1961- 1975, çapa çarem, (2021).

4- Şewket Mela Îsmaîl Hesen, Rojane li dîroka Şoreşa Eylûlê, (Çapxaneya Wezareta Perwerde- Hewlêr- 2007).

5- Hojîn Mesûd Serneyî, Şoreşa Eylûlê li devera Behdînan 1961- 1975, çapa yekem, (2018).

6- Arî Kerîm, Çend lapereyên zindî li Şoreşa Eylûlê da, (Çapxaneya Xebat- Duhok- 1999).