Hêzên Pêşmerge li ser tewereya Çiyayê Sefînê vekişiyan newala Balîsanê, bi armanca danîna planeke berevanî ya xurt bi şêweyê nîv-çemberê ji bo girêdana di navbera hêzên Bêtwate û bereya Pişderê de. Hêzên Pêşmerge karîn bendeke xurt li hember pêşveçûna Artêşa Iraqê ji Qeladizê bigire heta Bêtwateyê, da ku nekarin nêzîkî navçeya Balekayetî bibin ku baregeha serkirdayetiya şoreşê lê bû.
Hêzên piyade yên Artêşa Iraqê di meha Tebaxê ya 1974an de tevgeriyan da ku rêya pêşveçûna xwe ji Koyê ber bi Çwarqurne ve vekin. Dema gihîştin navçeyê, armanca wan kontrolkirina deşta Pêncwênê û bilindahiyên çiyayên Makok û Şîşarê bû, bi mebesta kontrolkirina temamiya navçeyê.
Herwiha armanca artêşê ew bû ku Hêzên Pêşmerge ji Makok derxîne û bigihîje Çiyayê Karox li hember nahyeya Qesrê, herwiha dagirkirina çiyayên Zozik û Sekîz li bereya Rewandizê û pêşveçûna ber bi lûtkeya Hesen Beg ve, û ji wir ve dorpêçkirina Gelaleyê. Bi vî awayî dikaribûn ji wir serkirdayetiya şoreşê dorpêç bikin. Herwiha armanca artêşê sivikkirina barê ser hêzên xwe bû di dema êrîşa li ser Çiyayê Makok û Dole Reqe de, û veguhastina beşek ji Hêzên Pêşmerge bo bereya şer li navçeya Bêtwateyê.
Hêzên mezin ên Artêşa Iraqê ji du firqeyên serbazî û çekdarên kirêgirtî (cahş) pêk dihatin. Ji bo cîbicîkirina plana xwe, êrîş birin ser Çiyayê Makok li pişt Serûçawa û lûtkeya Xanzadê. Hêzên Pêşmerge yên li ser sengerên xeta berevaniyê ji fujê duyem ê hêzên Deşta Hewlêrê bi fermandeyiya Se'dî Ezîz, fujê yekem ê hêzên Sefînê bi fermandeyiya Kerîm Feqê û seriyeke din a ser bi hêzên Deşta Hewlêrê bi fermandeyiya Hacî Elî pêk dihatin. Bi hilkişîna leşkeran bo bilindahiyên Makok, Pêşmerge li hember wan sekinîn, hejmarek ji leşkerên Artêşa Iraqê hatin kuştin û birîndarkirin û hejmareke din ji wan ji meydana şer reviyan. Roja din artêşê careke din êrîş bir ser bilindahiyên Makok û vê carê karî aliyê rastê yê çiyê kontrol bike.
Artêşa Iraqê di 30ê Tebaxê de careke din hêzên xwe kom kirin û bi piştgiriya tank, top û balafirên şer dest bi êrîşê kirin. Êrîşê bi topbarana dijwar a li ser sengerên Pêşmerge destpê kir, ku artêşê ji bo cara yekem Katyûşa bi kar anî. Piştî êrîşa li ser Çiyayê Makok gihîştin Serûçawa û gundên derdora wê. Hejmara Pêşmergeyên ku li hember vê êrîşa mezin a artêşê sekinîn gelek kêm bû. Artêşê di roja çarem a Îlonê de êrîş bir ser bilindahiyên lûtkeya Endêk û Entozê. Artêşê hemû şiyanên xwe yên çekên giran û balafiran bi hevkariya kirêgirtiyan (cahşan) bi kar anî û êvarê karî kontrol bike.
Di vê navberê de telgrafeke lezgîn ji fermandeyê artêşa (2) gihîşt fermandeyên navçeyê, ji bo şandina hêzeke Pêşmerge wekî piştgirî bo bereyên şer û destpêkirina êrîşê ji bo gihîştina bilindahiyên çiyê. Hêza piştgirî ji yek ji fujên hêzên Sefînê bi fermandeyiya serbaz Elî Mewlûdî û fujê duyem bi fermandeyiya Seyîd Kake yê ser bi hêzên Deşta Hewlêrê pêk dihat. Van hêzên Pêşmerge şeva 6/7ê Îlona 1974an hilkişiyan Çiyayê Makok û careke din sengerên berevaniyê danîn. Artêşa Iraqê êrîşên xwe bi piştgiriya hêza esmanî û topavêjan berdewam kir, lê Hêzên Pêşmerge vê carê di rewşeke berevaniyê ya xurt de bûn û li hember hemû êrîşan sekinîn û rê nedan artêşê ku bigihîje Çiyayê Makok.
Di saet yanzdeha şevê ya 8ê Îlona 1974an de, Artêşa Iraqê careke din êrîş bir ser Çiyayê Makok û heta berbanga sibehê berdewam kir. Vê carê Pêşmerge rê neda artêşê ku serkeftinê bi dest bixe. Artêşê rastî şikesteke mezin hat û pêncî leşkerên xwe yên kuştî li meydana şer hiştin. Hêzên Pêşmerge bo dema du mehan berevaniya navçeyê kirin, ku ev yek rê li ber Artêşa Iraqê girt ku bigihîje armancên xwe. Ev yek vedigere ser ezmûna fermandeyên navçeyê û ezmûnên wan ên di şeran de û xurtkirina kontrolkirina cihên xwe bi rêya çandina mayînan û dorpêçkirina wan li gor şiyanên xwe yên berdest. Artêşa Iraqê di nav van du mehan de (15) êrîş birin ser Hêzên Pêşmerge bi piştgiriya hêzeke mezin a cahş, komando û hêzên taybet, û di wan şeran de ziyanên mezin ên canî û madî dîtin.
Tevî ku Hêzên Pêşmerge ziyanên şehîd û birîndaran dîtin, lê destkeftiyên girîng jî bi dest xistin. Bo nimûne, di êrîşekê de (10) çek û di êrîşeke din de (150) kalaşnîkov, (3) hawan, (4) amûrên radyoyê yên hilgir û du nîşangirên rûsî yên pênc-guleyî bi dest xistin, heta ku fujek bi temamî di êrîşeke din de hat jinavbirin.
Di nîveka meha Îlonê de, Artêşa Iraqê di saet diwanzdeha nîvro de dest bi topbarana cihên Pêşmerge kir. Piştre fujek ji hêzên taybet êrîş bir ser cihên fujê Seyîd Kake. Pêşmergeyên agahiyên wan li ser vê êrîşê hebûn, lewra xwe veşartin da ku dijmin nêzîkî wan bibe û ziyanên mezin bigihînin hêza êrîşker. Dema 100 metreyan nêzîkî wan bûn, êrîş birin ser wan û agirê çekên xwe berdan ser wan. Êrîşa artêşê şikest, ku (150) kuştî û (100) birîndar dan, ji bilî destgirtina bi ser hejmareke mezin a çek û cebilxaneyan. Fujê êrîşker ê Iraqê bi temamî hat jinavbirin. Ziyanên Pêşmerge di vî şerî de (9) şehîd û (27) birîndar bûn.
Ew berxwedan û mêrxasiya Hêzên Pêşmerge li hember artêşeke xurt a ku ji çaryek mîlyon leşkerên bi çekên pêşketî pêk dihat, planên hikûmetê yên ji bo bidawîkirina şoreşa Kurd pûç kirin. Ew dixwestin di destpêka êrîşên xwe yên bi vê amadekariyê de di kêmtirîn dem de li gor planên xwe yên serbazî şoreşê jinav bibin. Wan meha Îlonê wekî dawî dem ji bo bidawîkirina şoreşê diyar kiribûn, piştre dem guhertin bo meha Kanûnê. Hemû van deman bi şikestê dawî hatin û nekarîn ti guhertinekê di rewşê de pêk bînin, heta peymana 6ê Adara 1975an ku karîn şikestê pêk bînin. Şoreşa Eylûlê.
Çavkanî:
-
Mesûd Barzanî: Barzanî û bizûtneweyî rizgarîxwazî Kurd, bergî sêyem, beşî duwem, şorşî Eylûl 1961-1975, çapî yekem – Hewlêr, 2004.
-
Xurşîd Şêre: Xebat û xwên, bîreweriyekanî sałanî Pêşmergeyatî, çapxaneyî Hacî Haşim, çapî sêyem, Hewlêr – 2015.
-
Senger Îbrahîm Xoşnaw: Rûdawê serbaziyekanî şorşî Eylûl 1970-1975, çapî yekem, Hewlêr, 2022.
-
Seyîd Kake: Bîrewerî Pêşmergeyek, çapxaneyî wezaretyî roşenbîrî, çapî yekem, Hewlêr- 1997.
Karwan Cewher Mihemed: Îdrîs Barzanî 1944- 1987 jiyan û rołî siyasî û serbazî le bizûtneweyî rizgarîxwazî Kurdda, çapxaneyî Hêvî, Hewlêr, 2019.


