Şehîd Mihemed Selîm Zahir, sala 1951an li gundê Girdesîn (nahiyeya Îsta) yê girêdayî qezaya Akrê, li parêzgehên Mûsilê kevn û Dihokê îro, ji dayik bû; nexwendewar û zewicî bû.

Di sala 1991an de piştî Rapêrîna gelê Kurdistanê, bi rêzên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê re têkiliyê danî. Di sala 1995an de li Artêşa Sîdekanê bû Pêşmerge û di şerên parastina serweriya qanûnê li herêma Sîdekanê de beşdar bû. Di 12ê Kanûna yekê ya sala 1997an de, di şerê parastina serweriya qanûnê de li Sîdekanê, ji aliyê çekdarên PKKê ve şehîd hat kirin.

Çavkanî:

1- Arşîva Dezgeha Ensîklopediya ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.