Mistefa Hemedemîn Seîd Hemed Naskirî bi Mistefa Balaberz, sala 1961ê li gundê Banî Şarê Kon ser bi nahiyeya Xurmalê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, navê dayika Mistefa Balaberz Mîna Hemedelî bûye, sala 1982an Şehîd bûye.
XebatnameŞehîd Mistefa Balaberz, sala 1980yî bûye Pêşmerge di batalyona sêyem a Hêza Surên a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, ku di wê demê de Umer Xemgîn fermandeyê batalyonê bûye, Pêşmergeyekî karamê mefrezeyên seretayî yên deşta Şarezûrê bûye û beşdarî di heft çalakiyên wê deverê de kiriye, sala 1981ê beşdarî şerê Rezle û Parezan kiriye.
Di 8ê Tebaxa 1982an de bi mefrezeyeke partîzanî ji bo encamdana çalakiyê çûne nahiyeya Sîrwan bi fermandeyiya Umer Xemgîn, li Sîrwan ketine kemîna serbazên rejîma Beis û Mistefa Balaberz çend fîşek ber sikê wî ketine û bi dijwarî birîndar bûye, hevsengerên wî ji bo çareseriyê ew veguhastine gundê Ehmed Awa û berî gihîştina bi Ehmed Awa, Mistefa Balaberz ji ber dijwariya birîna xwe Şehîd bûye û li heman Ehmed Awa hevsengerên wî ew spartine axê.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





