Piştî vegera Mela Mistefa Barzanî di sala 1958an de ji Yekîtiya Sovyetê vegeriya Barzan, Mito Stûnî diçe Barzan û bi xizmeta Barzanî şad dibe û dibe cihê baweriya Barzanî.
Piştî hilgirsiya Şoreşa Eylûlê di sala 1961ê de, Mito Stûnî wek serleq peywendî bi Şoreşa Eylûlê ve dike. Heman salê bi fermana Mela Mistefa Barzanî , tê şandin bo devera Berwarî Jêrî û beşdarî di şerên Çemank û Bareminkê de dike û paşê vedigere Barzan û di xizmeta Mela Mistefa Barzanî dimîne.
Ji destpêka Şoreşa Eylûlê ve (1961-1975) wek serleq û hêza lêder li devera Badînan û Pişder û Balekayetî û Xoşnawetî beşdarî gelek şer û çîrok û rûbirûbûna hêzên dagirker bûye, wek:
Serê Amêdî, Kanî Masê, Bank û Ereza, Asehê, Qeşefrê, Kaşê, Deşta Silîvaniya, Cum Cîhan, Germawa Hacî Axa, Kemeka, çîroka Zawîte û Lumana, Siwarûspîndar, Serê Etruş, Brîfka, Mrêba, Mêrsîda, Serê Akrê, Blan, Berbzin, Bicîl, Dînartê, Çiyayê Gurez, Serê Berdî, Gelale, Qişleya Rayat, Hacî Umeran, Çixderê, Doluberbula, Hornî Balekiyan, Çiyayê Siyako, Lolan û Xnêre, Kêleşîn, Qamişêya Xwakurk, Espîndarokê devera Xoşnawetî, Herîrûbatas, Spîlk, Berdîna, Geliyê Elî Beg, Hawdiyan, Şinkê Dêlzyaw û Badliya, Kevnegund, Baskê Derî, Êsqeylî, Xwîşkelê, Lêlok, Xerdin, Xelan, Mêrgesor, Çiyayê Pîran, Kulana Derî, Bstiya Jajok, Şêrwan Mezin, Kêliya Binê Bîya, Çemê, Geroyê Umeraxa, Çiyayê Zozik, şerê Şinkê Dêlzyaw û Badliya, Baskê Teraş, Çiyayê Zozik, Geroyê Umeraxa, Çiyayê Gurez, Hawdiyan, Geroyê Umeraxa, Çiyayê Zozik, Serûçawê Dîyana, Çiyayê Hesen Beg, Geroyê Bêş, Çiyayê Sertîz.
Sala 1963an li gel Mela Mistefa Barzanî ber bi devera Balek û devera Pişder û Serkepkan diçe heta nîvê sala 1965an li wê deverê di hêza baregeha Barzanî de gerok dibe, paşê di sala 1967an heta sala 1975an wek serleq li baregeha xwe li gundê Hesnan û Geroyê Bêş berdewam dibe û ji ber qehremanî û dilsozî û nîştimanperweriya xwe gelek caran ji aliyê serok Mistefa Barzanî tê xelatkirin.
Di sala 1965an de di hêza Balek de pileya serleqiyê jê re tê bexşîn.
Di sala 1974an de di şerê Çiyayê Sertîz de bi gulleyê arpêçî bi giranî birîndar dibe û ji ber birîna xwe lingê rastê ji dest dide. Sala 1975an piştî nesko ya şoreşê rû li welatê Îranê dike û sereta tê veguhestin Meşhed, paşê li kampa Zêwe nîştecih dibe. Herwiha kurekî wî jî şehîdê Kurdistanê ye.
Di destpêka Şoreşa Gulanê Mito careke din li gel Zeynel Ehmed Stûnî yê birayê xwe û kurên xwe bi navên (Reşîd Mito, Şehîd Mecîd Mito, Mîro Mito, Xoşman Mito, Xurşîd Mito) peywendî bi şoreşê ve dike. Herwiha wek fermandeyekî bi ezmûn beşdarî serhildana Kurdistanê dibe û
beşdarî kongreya 8, 9, 10 û 11ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye.
Sala 1993an medalyaya Barzanî jê re hatiye bexşîn. Paşê ji aliyê Serok Barzanî ve wek berpirsiyarê lijneya civakî ya Herkî Binicî hatiye diyarkirin. Fermandeyê Mito Ehmed Zeynel Stûnî di jiyana pêşmergatiyê de gelek pile jê re hatine spartin, wek: serdesteyî, serleq, amirbetalyon, amir seriye, amir hêz. Di sala 2006an de ji ber kevnebirîna lingê xwe koça dawî dike û li goristana Sardawê tê veşartin.
Çavkanî:1- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





