Jînenîgarî

Şehîd Muhemmed Şerîf Cemîl Elî di sala 1905an de li gundê Ergoş ji dayik bûye, di sala 1947an de di şerên berevaniya li Komara Kurdistan-Mehabadê de Şehîd dibe û li Rojhilatê Kurdistanê li goristana gundê Dro di navbera Kanyespiyê û Şinoyê de tê veşartin.

Xebatname

Di sala 1932an de dikeve nava refên Pêşmerge, di şerên Şoreşa Yekem a Barzan û Şoreşa Duyemîn a Barzan û şerên berevaniya li Komara Kurdistanê li Mehabadê beşdar dibe.

Di sala 1947an de di şerên berevaniya li Komara Kurdistanê li bajarê Mehabadê Şehîd dibe û li Rojhilatê Kurdistanê li goristana gundê Dro di navbera Kanyespiyê û Şinoyê de tê veşartin, hêjayî gotinê ye ku Muhemmed Muhemmed Şerîf Cemîlê kurê Şehîd Muhemmed Şerîf Cemîl Elî di sala 1983an de li kampa Quştepeyê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê dikeve ber şalaweke enfalkirina Barzaniyan ji aliyê rejîma Beis a rûxayî ve.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.