Şehîd Nasih Fettah Hemeseîd, sala 1966an li gundê Şornaixê yê ser bi nahiyeya Sûrdaş a qezaya Dûkan a parêzgeha Silêmaniyê hatiye dinyayê, gundnişîn û mijûlî karê cotyarî û ajeldariyê bûye, sala 1987an awareyî welatê Îranê bûye û li bajarê Bane niştecih bûye.

Nasih Fettah, sala 1982an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û li cem Osmanê Qale Menewer bûye Pêşmerge, sala 1986an di lijneya navçeya Şwan a ser bi lîqa sê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge. Beşdarî şerê Derbendê Baseran, şerê Baxê Ebdul Şêx Kerîm, şerê Qeredaxê kiriye û piştî Enfalên sala 1988an beşdarî çalakiyên partîzanî yên devera Dûkan û Sûrdaş û Koyê û Qeredaxê kiriye. 

Sala 1991ê beşdarî raperîna cemawerî ya xelkê Kurdistanê û azadkirina bajarê Silêmaniyê, qezaya Dûkan, nahiyeya Baziyan, qezaya Çemçemal, bajarê Kerkûkê kiriye.

Sala 1991ê piştî paşekişeya Hêzên Pêşmerge li bajarê Kerkûkê, Nasih Fettah vegeriyaye baregeha berê ya lijneya navçeya Şwan a lîqa sê li ser sînorê navbera Îraq û Îranê, di rê de wenda bûye û yek ji wan şehîdan e ku gora wî ne diyar e.

Çavkanî: 

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.