Endazyar û Siyasetmedar Nazenîn Mihemed Wesû, sala 1973 peywendî bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê ve kiriye, Nûnerê Kongreya Yanzdehêm 1993 û endamê lijneya amadekarî ya Kongreya Duwazdehêm 1999 a Partiyê bûye û sala 2010 li Kongreya Sêzdehêm da bûye endamê encûmena serkirdatiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin, hilgirê medalyaya Barzanî nemir e.
JînenîgarîNazenîn Mihemed Wesû sala 1958 li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye, sala 1973 qonaxa dwanawendî li bajarê Hewlêrê temam kiriye û sala 1979 bakaloryosa endazyariya şaristanî li Zanîngeha Silêmaniyê wergirtiye. Sala 1980 wek endazyar li fermangeha Rê û Ban a Hewlêrê hatiye damezrandin û sala 1992 birêveberê awedankirina Hewlêrê bûye û sala 1995 bûye birêveberê giştî yê awedankirina Hewlêrê û sala 1996 û di Kabîneyê Sêyêm de hatiye kirin birîkarê wezîrê awedankirin û geşepêdanê û sala 1999 di kabîneya çarem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de bûye wezîrê kar û niştecîkirinê û sala 2004 bûye wezîrê awedankirin û niştecîkirinê, sala 2006 di kabîneya pêncem de bûye wezîrê şaredariyê.
XebatnameSalên (1961-1972) ji ber çalakiyên ramyarî yên bavê xwe ligel malbata xwe bo başûrê Îraqê dûrxistine, sala 1973 peywendî bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê ve kiriye.
Nûnerê Kongreya Yanzdehêm 1993 û endamê lijneya amadekarî ya Kongreya Duwazdehêm 1999 a Partiyê bûye û sala 2010 li Kongreya Sêzdehêm da bûye endamê encûmena serkirdatiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.
Sala 2011 bûye alîkarê berpirsê mekteba rêkxistina Partiya Dêmokrata Kurdistanê û sala 2014 hatiye kirin cîgirê berpirsê mekteba rêkxistinê, di 16ê Tebaxa 2018an de ji ber çalakî di serdema serweriyê de, ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve medalyaya Barzanî nemir pê hatiye bexşîn.
Çavkanî:- Arşîva desteya însîklopîdiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





