Şehîd Nebî Ewla Kamîl, sala 1930 li gundê Koyleyê ser bi nahyeya Qesrê ya qezaya Çomanê ji dayik bûye, gundnişîn û mijûlî karê cotyarî bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, xêzandar bûye û xwediyê sê kur û sê keçan bûye.
Sala 1969 peywendî bi hêza Pêşmergeyê Şoreşa Eylûlê kiriye û li hêza Balek bûye pêşmerge. Sala 1974 beşdarî şerên çiyayê Zozik, Korêk, Rewandiz, Sertîz û Hindirênê kiriye.
Sala 1975 di dema bordûmana firokeyên Artêşa Iraqê bo ser baregeha hêza Pêşmerge li gundê Welaşê ya qezaya Çomanê, Nebî Ewla şehîd bûye û li wir li goristana gundê Welaşê hatiye veşartin.
Çavkanî:1- Arşîva desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





