Şehîd Nejat Ebdulla, sala 1951ê li gundê Rustê ser bi nahiyeya Gelale ya qezaya Çomanê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundnişîn û mijûlî karê cotyariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, selit bûye. 

Sala 1969an peywendî bi hêza Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê dike û di beşa topxaneya hêza Balek de bûye Pêşmerge, Nejat bûye alîkarê bikarhênerê topavêjê (25mm Retl- Metfeiyeya 122mm meydan- Metfeiyeya 155mm) ku şehîd Erîf Şêxe bikarhênerê wan bûye. Sala 1974an beşdarî kiriye di şerên Korêk, Geliyê Elî Beg, Gorêz, Bêxal, Rewandiz û Bersirînê.

Sala 1974an li gel desteyek hevsengerên xwe diçin serkirdatiya şoreşê bo wergirtina gule û pêdiviyên beşa xwe, di dema vegerê de li nêzîkî gundê Bersirînê firokeyên rejîma wê demê ya Îraqê bombebaran kirine û Nejat û sê hevsengerên wî bi giranî birîndar bûne, serkirdatiya şoreşê bo wergirtina çareseriyê ew şandine welatê Îranê, Nejat Ebdulla piştî mayîna yek mehê li nexweşxaneya bajarê Mehabadê bi sedema giraniya birîna xwe şehîd bûne.  

Çavkanî: 

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.