Nizameddîn Ebdulmecîd Mihemed Can Weys nasraw bi Nizameddîn Gulî, yasanas û siyasetmedar, Sala 1962 bûye endamê Partiya Dêmokrata Kurdistanê , Sala 1962 rêveberê nahyeya Batîfa (Gulî) li parêzgeha Dihokê bûye, Sala 1974 qaymeqamê Zaxo bûye, piştî nesko ya 1975 di sala 1976 de bûye endamê komîteya navendî ya Bizûtneweya Sosyalîstî Kurdistan û di damezrênerên vê bizûtneweyê de bûye, roja pêncşemê 27ê Tebaxa 1992 ji aliyê nûnerên kongreya yekem a Partiya Yekgirtinî Kurdistan ve wek endamê komîteya navendî hatiye hilbijartin, Sala 1993 di Kongreya yazdehem de wek endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistan - Yekgirtû hatiye hilbijartin, Sala 2000 ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve wek parêzgarê Kerkûkê hatiye destnîşankirin.

Jînenîgarî

Nizameddîn Ebdulmecîd sala 1944 li parêzgeha Kerkûkê ji dayik bûye, sala 1968 bakaloryosa yasayê ji zanîngeha Besrayê wergirtiye, salên (1968- 1969) wek parêzer li bajarê Kerkûkê kar kiriye, sala 1969 rêveberê nahyeya Batîfa (Gulî) li parêzgeha Dihokê bûye, sala 1974 qaymeqamê Zaxo bûye, salên (1975- 1976) piştî nesko ya şoreşa Îlonê awareyê şahnişîna Îranê bûye, salên (1976-1979) ji aliyê desthilatdarên hikûmeta Îraqê ve dûr xistine bo bajarê Semawê li navenda Îraqê, sala 1981 peymangeha dadwerî ya Bexdayê temam kiriye, salên (1981-1991) endamê dozgeriya giştî ya Îraqê bûye, sala 1986 bawernameya masterê ji zanîngeha Bexdayê di yasayê de bi dest xistiye.

Sala 1998 mamostayê wanebêj ê beşa yasa û ramyarî ya zanîngeha Selahedîn (Hewlêr) û salên (1997-2000) mamostayê yasa ya tawan li kolêja polîs a Hewlêrê bûye, serokê encûmena senterê pêşxistina kargêrî bûye li wezareta navxwe ya herêma Kurdistanê, endamê sendîkaya parêzerên Kurdistanê û dadwer bûye, di roja sêşemê 7ê Adara 2000 ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve wek parêzgarê Kerkûkê hatiye destnîşankirin, sala 2001 endamê desteya damezrêner a lijneya bilind a rûbirûbûna erebkirina Kurdistanê bûye, sala 2002 nûnerê kongreya Enfalê bûye, di 13ê Kanûna Duyem a 2003 endamê desteya damezrêner a lijneya bilind a rûbirûbûna erebkirina başûrê Kurdistanê bûye û piştre bûye endamê desteya kargêrî ya vê lijneyê, sala 2003 endamê encûmena parêzgeha Kerkûkê li ser lîsteya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, şarezayê zimanên kurdî, erebî û îngilîzî bûye, di beyaniya yekşemê 21ê Kanûna Yekem a 2003 bi sedema rûdawê hatûçûyê koça dawî kiriye û li goristana Te'lîm Tepe ya bajarê Kerkûkê hatiye veşartin.

Xebatname‌

Nizameddîn Ebdulmecîd sala 1958 peywendî bi rêzên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê kiriye, sala 1958 peywendî bi rêzên Partiyê kiriye û di sala 1962an de şerefa endametiya Partiyê wergirtiye, salên (1963-1964) endamê navçeya lijneya navçeya xwendekarên amadeyî yên Bexdayê ya ser bi lijneya liqa pênc bûye, salên (1964- 1968) di rêzên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de û li zanîngeha Besrayê çalakî nîşan daye û endamê lijneya sekreteriya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê bûye, salên (1964- 1968) berpirsê liqa Besrayê ya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê bûye, salên (1964 - 1968) sernivîserê belavokên xwendekarên kurd li Besrayê bûye ku bi dest dihat nivîsîn û bi şêweyekî nihênî dihat belavkirin, di 21ê Adara 1968 ji bo maweya hefteyekê beşdarî di mangirtina xwendekarên zanîngeha Besrayê de li dijî kuştina mamostayan kiriye.

Salên (1970-1973) endamê rêxistinê bûye li lijneya rêxistina Batûfê ya ser bi lijneya navçeya Zaxo ya ser bi lijneya liqa yek, salên (1973-1975) endamê navçeya lijneya navçeya Zaxo ya ser bi lijneya liqa yek bûye, sala 1974 peywendî bi rêzên Hêzên Pêşmerge ve li Badînan kiriye, salên (1975- 1976) piştî nesko ya şoreşa Îlonê awareyê şahnişîna Îranê bûye, salên (1976-1979) ji aliyê desthilatdarên hikûmeta Îraqê ve dûr xistine bo bajarê Semawê li navenda Îraqê, sala 1976 bûye endamê komîteya navendî ya Bizûtneweya Sosyalîstî Kurdistan û di damezrênerên vê bizûtneweyê de bûye, sala 1976 berpirsê rêkxistinên Bizûtneweya Sosyalîstî Kurdistan li Bexda û Kifrî bûye, sala 1989 ji bo maweya heşt mehan ligel hevjîna xwe ya yekem ji aliyê dezgeha emnî ya Silêmaniyê ve hatiye girtin û êşkence hatiye kirin, salên (1991-1992) berpirsê liqa Kerkûkê ya Partiya Sosyalîstî Kurdistan bûye, sala 1992 palêwerê lîsteya Yekgirtin bo encûmena nîştimanî ya Kurdistanê bûye, sala 1992 berpirsê komîteya parêzgeha Kerkûkê û endamê dezgeha lêkolîn û vekolîn (Partiya Yekgirtinî Kurdistan) bûye, sala 1992 nûnerê kongreya nîştimanî ya Îraqî (kongreya Mesîf Selahedîn) bûye, sala 1992 li ser lîsteya Yekgirtin bo encûmena nîştimanî ya Kurdistanê xwe palêwit.

Roja pêncşemê 20ê tebaxa 1992an li bajarê Hewlêrê beşdarî Kongreya yekem a Partiya Yekgirtina Kurdistanê bû, roja pêncşemê 27ê tebaxa 1992an ji aliyê nûnerên Kongreya yekem a Partiya Yekgirtina Kurdistanê ve wek endamê komîteya navendî hatiye hilbijartin, sala 1993an ji aliyê nûnerên Kongreya yazdehem ve wek endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin, sala 1993an hatiye kirin berpirsê duyem ê lijneya şaxa çarem, sala 1993an nûnerê Kongreya Pîrmam a opozisyona Îraqê bûye, sala 1994an berpirsê lijneya şaxa çarem a Silêmaniyê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, sala 1994an endamê mekteba peywendiyên kurdistanî bûye, salên (1997-1998) hatiye kirin berpirsê lijneya şaxa duwazdehem a Helebceyê, sala 1998an ji bo xwendekarên xula yazdehem a peymangeha kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû semînarek derbarê yasayê û dadgehan pêşkêş kiriye, ji bo cara duyem di salên (1998-2000) de wek endamê mektebê di mekteba peywendiyên kurdistanî de kar kiriye, sala 1999an nûnerê Kongreya Niştimanî ya Îraqê bûye (Kongreya New Yorkê), sala 1999an nûnerê Kongreya Duwazdehêm a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye li Hewlêrê.

Ji berhemên wî:

  1. دور الطعن في الأحكام / القانون الجنائي.
  2. Serok Barzanî û aşitî - 1998.
Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  2. Silêman Mistefa Hesen, Kurd û ezmûna yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Karo - 2017z), r. 279.
  3. Kongre, encamên hilbijartina komîteya navendî ya partiya me radigihîne, rojnameya Brayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 1729, Hewlêr, în, 27 tebaxa 1993z, r. 1.
  4. Rêberê derçûyên xula 18, (Hewlêr - Encûmena fêrkirina bilind - Zanîngeha Selahedîn - 1999z), r. 159.
  5. البلاغ الختامي للمؤتمر التوحیدي لحزب (یه‌كگرتن) الكوردستاني، جریدة گه‌ل (الشعب)، العدد 52، السنة العاشرة، أیلول 1992م، ص 7.
  6. Hêriş Kemal Rêkanî, Eşîretên Behdînan 1514 - 1919z, (Duhok - Zanîngeha Duhokê - Sentera Bêşkçî bo vekolînên mirovahiyê - 2019z), r. 479.
  7. حسن سید یوسف شیلاني، عشیرة الگلي دراسة في علاقاتها الاجتماعیة وتاریخها السیاسي في العصر الحدیث، (دهوك - مطبعة خاني - 2013م)، ص 449.