Osman Şerîf Fethullah di sala 1963an de li qezaya Pêncwênê ji dayik bû, piştî şikestina Şoreşa Eylûlê çû Îranê û li Derbendê Dezlê ma, piştî vegera ji Îranê li Seyîdsadiq a li deşta Şarezûrê bi cih bû, dikaneke wî ya şîrîniyan li nav bazarên Seyîdsadiq hebû, qonaxa seretayî qedand, bi Dilsoz Emîn re zewicî bû û bavê du kur û du keçan bû (Mesûd, Şaxwan, Çiya, Şanaz), ya dawî di dema koçberiya milyonî ya Kurdan a sala 1991ê de ji ber sermaya dijwar a li wê herêmê jiyana xwe ji dest da. 

Di sala 1978an de li cem Omer Hacî Tûtmanî di nava Hêzên Pêşmerge yên Hewraman ên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de tevlî refên Pêşmerge bû, baregeha wan li Kanî Sêvê ya li ser sînorê Îraq-Îranê bû, herwiha Osman Şerîf Fethullah bû kadro di rêxistina Sûrên a ser bi Komîsyona herêmî ya Derbendîxanê li Şaxa Çarem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

Beşdarî şerê Kanî Sêvê, şerê Ehmed Awa, çalakiyên şerê çeperan li deşta Şarezûrê, şerê Helebceyê, şerê Qeredaxê, şerê deşta Şarezûrê bû.

Osman Şerîf Fethullah di sala 1980î de di encama bombebarana balafirên rejîma Beis a li ser baregeha wan a li gundê Siyamêwe ya li deşta Şarezûrê bi giranî birîndar bû.            

Beşdarî raperîna sala 1991ê bû, herwiha di rizgarkirina bajarê Helebceyê, qezaya Pêncwênê, deşta Şarezûrê, nahiyeya Erebet, qezaya Derbendîxanê, bajarê Silêmaniyê, nahiyeya Zerayên, bajarê Kelarê, bajarê Celûlayê, bajarê Kerkûkê de beşdar bû.

Di roja 21ê Adara sala 1991ê de di dema rizgarkirina bajarê Kerkûkê de nêzîkî pira Xase ya li nav bajêr bi guleyên leşkerên rejîma Beis ên li serê wî ketin, şehîd bû.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê