Qadir Ebdulla Cebraîl, sala 1920 li gundê Pêndro nahiyeya Şêrwan Mezin qezaya Mêrgesor parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Sala 1985 li qezaya Behrke koça dawî kiriye.
Xebatname22ê Gulana 1947an yaweriya jenerêl Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê gelê Kotol (Qetur) û şerê pirê Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê Hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîrana 1947an de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê ya Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûyê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayûlax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê Kanûna Yekem a 1947an de hatine veguhestin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23yê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî bi wan kirine. Di heman demê de rojane bo maweya çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan gotine.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê Tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê ve were veguhestin bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Adara 1949an ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerêl Barzanî ve bo Stalîn, di dawiyê de nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbe cê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û di dawiyê de biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî kom bibin, lewma Qadir Ebdulla di meha Mijdara 1951an de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Qadir Ebdulla di 16ê Nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Çavkanî:1- Hamid Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).
2- Hemîd Gerdî, Puxteya Mêjûnameyê, çapa yekem, (Hewlêr- Dezgeha Çap û Belavkirina Aras- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2004z).
3- Şe'ban Elî Şe'ban, Hinek zanîyariyên siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2013z).
4- Omer Farûqî, Serdar Dana Jîndarî û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2002z).
5- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931- 1991, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê- 2001z).
6- Ebdulla Xefûr, Ferhenga erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr- Belavokên Akademiya Kurdî- Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
7- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî- Çapxaneya Peywend- 2011z).
8- Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Rewşenbîriyê- 1997z).
9- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda- Dar El-Reşîd lil Neşr- 1979m).
10- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931- 1958, (Duhok- Çapxaneya Xebat- 1998z).
11- Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam- Yûbîlya zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê- 1996z).
12- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





