Qadir Zamin Elamrad Elîweys, bi navê Westa Qadir tê naskirin, sala 1935an li bajarokê Tewêleyê yê ser bi nahiyeya Biyareyê ya devera Hewramanê ji dayik bûye, rûniştvanê Tewêleyê bûye û mijûlî karê baxdarî û pîşekariya daristanê bûye, piştî neskoya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye û li Hane Germele ya Îranê niştecih bûye, xêzandar bûye û navê hevjîna wî Sebriye Heme Riza bûye, xwediyê kurek û sê keçan bûye bi navên Dilşad, Emîre, Semîre û Sebahê.

Sala 1964an bûye Pêşmergeyê Liqa sêyem a Betalyona heftem a Biyareyê ya Hêza Xebatê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, di çendîn şeran de beşdarî kiriye, di nav wan de şerê Zelmê, şerê pira Zelmê, şerê Kanî Sêfê, şerê Ehmedawa, şerê Şeramê.

Sala 1968an li Sertekê Bemoyê nêzîkî bajarê Helebceyê di rûbirûbûna Artêşa Iraqê ya wê demê de bi giranî birîndar bûye.

Sala 1976an li ser raspardeya Nadir Hewramî, di nav nişîngeha awareyên welatê Îranê de, dest bi karê rêkxistinê û dubare agahdarkirina pêşmergeyên devera Hewramanê û xwe rêkxistinê ji bo Şoreşa Gulanê.

Sala 1981ê beşdarî kiriye di dastana çiyayê Şeramê de, piştî du rojan berevanîkirin li hember êrîşa Artêşa Iraqê ya rejîma Beis bo ser çiyê û sengerên Pêşmerge, guleyek li serê Qadir Zamin dikeve û Şehîd dibe, ligel wî hevsengerekî wî bi navê Mecnûn Şehîd di heman şerî de Şehîd dibe. Hevsengerên wan termên wan vediguhezînin xaka Îranê û li çiyayê Kêmeneyê yê Îranê bi xakê dispêrin.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.