Şehîd Qadir Ebdulkerîm Elmas ku bi Qalêy Mayncan tê naskirin, Pêşmergeyê Şoreşa Eylûlê bû û yek ji Pêşmergeyên pêşîn ên tîpa Hewramanê bû, di sala 1963an de li Eyn Wezniyê ya herêma Hewramanê piştî ku sengerên Pêşmerge rastî topbarana topavêjan hatin, Şehîd bûne. 

Şehîd Qadir Ebdulkerîm Elmas ku bi Qalêy Mayncan tê naskirin, di sala 1913an de li gundê Nosû yê rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye, di ciwaniya xwe de çûye herêma Hewramanê û li gundê Belxê yê ser bi nahiyeya Biyareyê ya parêzgeha Helebceyê bi cih bûye û karê azad kiriye. Ew bi Qetên Murad re zewicî bû û sê kur û du keçên wan hebûn, kurê wî (Riza Qadir) di sala 1969an de di Şoreşa Eylûlê de Şehîd bûne, herwiha her du keçên wî (Se'da û Tûba) di encama topbarana kîmyayî ya li ser bajarê Helebceyê de Şehîd bûne.

Di sala 1961ê de tevlî refên Pêşmergeyên tîpa Hewramanê bûye, ew yek ji Pêşmergeyên pêşîn ên tîpa Hewramanê di Şoreşa Eylûlê de bû, ku tîpa Hewramanê bû yekem tîpa çekdar a li herêmê ku tevlî şoreşê bû û ser bi fujê Xebat ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bû.

Qadir Ebdulkerîm di sala 1963an de ligel du hevalên xwe yên Pêşmerge (Qalê Sor û Xefûr Ehmed) piştî ku sengerên wan rastî topbarana Artêşa Iraqê hatin, birîndar bûn, lê Qadir Ebdulkerîm ji ber birînên xwe yên giran Şehîd bûne. 

Çavkanî: 

Arşîva Komîsyona Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê