Jînenîgarî

Sala 1920 li gundê Lêrebîrê yê ser bi nahiyeya Gorretû li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li Yekîtiya Sovyetê xwendiye, di 15ê sibata 1954an de li Zanîngeha Taşqendê hatiye wergirtin û di 29ê adara 1959an de karîbû bawernameya bilind a dîplomê werbigire, piştî vegera xwe ji Yekîtiya Sovyetê, sala 1959an li dibistana Xebat li Hewlêrê mamoste bûye, di 21ê tebaxa 1982an de wek fermanber li Fermangeha Çandinî ya Hewlêrê hatiye damezrandin, şarezayî li zimanên Kurdî, Farisî, Tirkî û Rûsî hebûye, sala 2009an koça dawî kiriye.

Xebatname

Sala 1945an peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye û di şeran de beşdar bûye, di 19ê tebaxa heman salê de bi fermana dadgeha ûrfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên veguhêzbar û neveguhêzbarên wî de hatiye girtin.

Di 23ê gulana 1947an de yaweriya jenerel Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî dor hatibû girtin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji rûyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer mamaleya wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo maweya çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî mamaleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wî, Barzanî biryar dide kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne komelgeha Çirçûk li nêzî Taşqenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê Jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxê hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivîskî kom bikin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera Jenerel Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûna bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, xwe û hevalên xwe ber lêborîna giştî ketine.

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya di rêya bendera Besrayê ve li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. 

 Sala 1962an beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û di şeran de beşdar bûye, di şerê Çiyayê Pîrs de birîndar bûye. Sala 1983an wek penaber rû dike Komara Îslamî ya Îranê, sala 1998an vegeriyaye Kurdistanê.

Serçave:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  2. Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
  3. Heyder Farûq El-Samirayî, Diya Cefer Wudûre El-Siyasî Wul-Iqtisadî Fî El-Îraq, (Londûn – Darul-Hikme - 2016m).
  4. Şeban Elî Şeban, Hendêk Zanîyari Siyasî û Mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
  5. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan Le Mehabadewe Bo Sovêt, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
  6. Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, Înî, 15 nîsana 1959an.
  7. Le Yaddaştî Fermandeyê Şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 Roj Legel Barzanî Da Çûnî Barzaniyan Bo Yekêtî Sovêt, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
  8. Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Sewra 14 Temûz 1958 Fî El-Îraq, (Bexda - Darul-Reşîd Lil-Neşr - 1979m).
  9. Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweyê Rizgarîxwazî Kurd 1931 - 1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
  10. Nacî Te Berwarî, Hevçeperê Barzanîyê Nemir Ezîz Qazî Bîrhatnêt Xwe Ve Dgêrît, Pişka Siyê, Govara Metîn, Liqê Êkê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, Hejmar 49, Xula Siyê, Duhok, Çapxana Hawar, Sibat 1996z.
  11. Necef Qulî Pisyan, Le Mehabadî Xwênawîyewe Heta Lêwarekanî Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî Zêrrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).