Jînenîgarî

Remezan Hecî Umer, sala 1929 li gundê Kuranî yê ser bi nahiyeya Gorto li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, malbata wî di 15ê nîsana 1947an de ligel Şêx Ehmed Barzanî li rûbarê Gader ku dikeve sînorê navneteweyî yê Îran û Îraqê derbas bûne û ji bo heyama çend mehan li Simî Diyana desteser bûne, navê hevjîna wî Leyla Mela Husên bûye, xwediyê du keçan bûne bi navên Hacir û Mehbûb ku herduyan di sala 1945an de li Komara Mehabadê koça dawî kirine. Remezan Kuranî li Yekîtiya Sovyetê xwendiye, di 15ê sibata 1954an de li beşa erdnîgariyê ya Zanîngeha Taşqendê hatiye wergirtin, lê navbirî nekarîbû dewam bike, her li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevjîniyê ligel Zeyneb Seyid Usman pêk aniye û du keçên wan hebûne bi navê Sariye û Wijdi ku Wijdi di sala 1956an de ji dayik bûye. Şarezayiya wî di zimanên kurdî, farisî, tirkî, erebî û rûsî de hebûye, sala 1992an li komelgeha Şaxolan koça dawî kiriye.

Xebatname

Sala 1943an peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye û di şeran de beşdar bûye, di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqê desteser bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar de hatiye girtin.

Piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di hêza Barzan a ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê Pêşmerge bûye, beşdarî şerên Bane, Serdeşt û Koçkî Qerenî Axa kiriye li Rojhilatê Kurdistanê.

Di nav wan pêşmergeyan de bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistanê Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizoûrî, piştî vegeriyana wan, jenerel Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê an çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navneteweyî yê Îranê ligel Yekîtiya Sovyetê derbas bûne, di dema derbaskirina rûbarê Aras de ketiye nav avê û avê ew biriye, Mela Mistefa Barzanî xwe avêtiye nav avê û ew rizgar kiriye.

Di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçevan a Komara Azerbaycanê ji bo heyama çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23yê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane ji bo heyama çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşqenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê de hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê Jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivîskî kom bikin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegeriyana Jenerel Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an û li gorî herdu madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarbûyî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ketine ber lêborîna giştî.

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. 

 Sala 1959an heta 1961ê yawer û pasewanê taybetî yê Barzanî nemir bûye, sala 1961ê beşdarî Şoreşa Eylûlêyê bûye û serpel bûye, sala 1961ê beşdarî şerê Geliyê Zawîteyê kiriye û di vî şerî de birîndar bûye, herwiha di şerê Geliyê Spî de beşdar bûye û li wir jî birîndar bûye, beşdarî şerê Serê Etruşê kiriye, sala 1963an beşdarî şerê  Çiyayê Metîn ê, sala 1966an beşdarî  Dastana Henderênê bûye, sala 1967an heta 1975an amirê batalyonê bûye li Baskê Derê, sala 1974an beşdarî şerê Sertîzê, sala 1975an beşdarî şerê Gerûyê Umeraxa kiriye.

 Sala 1979an heta 1991ê li nahiyeya Gorto niştecih bûye û serê nû ji aliyê hikûmeta Îraqê ve tê veguhastin bo komelgeha Şaxolan, sala 1991ê beşdarî raperînê bûye.

Serçave:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  2. Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Plandanînê, Yekeyên kargêriyên parêzgehên Herêma Kurdistanê û hejmara malbatan û rûniştvanan, Hewlêr, 2009z.
  3. Hemîd Gerdî, Puxteyê mêjûnameyê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
  4. Heyder Farûq El-Samirraî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhikme - 2016m).
  5. Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyariyên siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
  6. Umer Farûqî, Serdar Dana, Jiyan û têkoşîna rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
  7. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001z).
  8. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê ber bi Sovyetê ve, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
  9. Di bîranînên fermandarê şehîd Hesoyê Mîrxanê Zajoqî de, 62 roj ligel Barzanî, çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîriyê - 1997z).
  10. Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958ê li Îraqê, (Bexda - Darulreşîd lil-neşr - 1979m).
  11. M. Ehmed Mihemed Çîço, Bo dîrokê di bîranînên Mihemed Çîço Pêndroyî de, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Şehab - 2010z).
  12. Mesûd Barzanî, Barzanî û tevgera rizgarîxwaza Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
  13. Nacî Teha Berwarî, Hevçeperê Barzanîyê nemir Ezîz Qazî bîranînên xwe vedigêre, beşa sêyem, Kovara Metîn, Liqa yekê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 49, xûla sêyem, Dihok, Çapxaneya Hawar, Sibat 1996z.
  14. Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta beravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlê zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).