Şehîd Resûl Ebdulla Mistefa, di Sala 1940 de li gundê Seranê yê qezaya Rewandizê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, xwendewar nebûye, jiyana hevjîniyê pêk neanîbû.
Di Sala 1958 de peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê dike û dibe Pêşmerge di batalyona 3 a Hêza Balek de ku Şehîd Mela Emîn Barzanî fermandeyê batalyonê bûye, di şerên sînorê Rewandiz û Sertîz û Korik de beşdarî kiriye, di 3ê gulana 1965an de di şerekî dijwar de li Dola Akoyan di dema azadkirina rebaya (Gird Meşk) de ji aliyê Artêşa Iraqê ve Şehîd tê kirin.
Çavkanî:1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




