Şehîd Resûl Rustem Mihemed di sala 1932an de li nahiyeya Qeladizê ya ser bi qezaya Pişder a parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, rûniştvanê Qeladizê bûye û mijûlî karsaziya nav bazarê bûye, asta xwendewariya wî seretayî bûye, Resûl Rustem zewicî bûye û xwediyê du hevjînan bûye bi navên Merwet Mihemed û Hemîn Rehman û xwediyê şeş kur û heşt keçan bûye, Resûl Rustem kurekî wî bi navê Feqê Resûl di sala 1988an de hatiye sêdaredan û şehîd bûye, herwiha ji ber bordûmana firokeyên rejîma Beis li ser nişîngeha Zêweyê li welatê Îranê di sala 1985an de du kurên wî bi navên Merîwan Resûl û Şoreş Resûl şehîd bûne û keçeke wî bi navê Pîroz Resûl bi giranî birîndar bûye.
Di sala 1974an de peywendî bi Şoreşa Eylûlê ve dike û dibe Pêşmerge di batalyona Berî Mergeyê ya ser bi Hêzên Pêşmerge yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê, ku di wê demê de Wusu Zidey fermandeyê batalyonê bûye. Di sala 1974an de beşdarî destana Kêwe Reş bûye, di dawiya rûbirûbûna li gel serbazên rejîma wê demê ya Îraqê de fîşek bi Resûl Rustem dikeve û gelek bi giranî birîndar dibe, hevsengerên wî ji bo wergirtina çareseriyê wî vediguhêzin nexweşxaneya bajarê Tehranê ya welatê Îranê, piştî du mehan mayîna li nexweşxaneyê û wergirtina çareseriyê ji ber giranbûna birîna xwe Resûl Rustem şehîd dibe û li goristana Genî Bêweran a ser bi bajarê Serdeştê yê welatê Îranê bi xakê spartine. Di heman demê de li gel birîndarbûna şehîd Resûl Rustem di destana Kêwe Reş de hevsengerekî wî bi navê Hacî Barzanî şehîd bûye û hevsengerekî din ê wî bi navê Serdar Pişderî bi giranî birîndar bûye.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





