Şehîd Salar Mihemed Ebdulkerîm Mihemed, sala 1968an li bajarê Kerkûkê ji dayik bûye, di sala 1975an de piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê ligel malbata xwe tên dûrxistin bo bajarê Silêmaniyê, heta pola duyem a navendî xwendiye.
Her di temenê ciwaniya xwe de xuliya karê rêxistinî bûye, di salên 1982 û 1983an de hevkariya Salih Mihemedê birayê xwe kiriye di karê rêxistinî de bi taybetî di xeta 13 a nav bajarê Silêmaniyê de, di sala 1984an de bûye Pêşmerge di rêxistina Berzincê ya ser bi Lîjneya Navçeyê ya Çwartayê li sînorê Serleqa 4, beşdarî çendîn çalakiyan bûye, di Tebaxa sala 1985an de, dema ji bo erka partayetî tê nav bajarê Silêmaniyê, ji aliyê dezgehên rejîma Beis ve tê girtin û piştre hatiye şandin bo girtîgeha Fezîleyê ya li Bexdayê, li wir ligel 50 girtiyên din hatiye veguhestin bo emniya Bexdayê, yek ji wan Şehîdan e ku gora wî ne diyar e.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




