Şehîd Salih Hacî Qadir Akoî, nasnavê wî (Salih Hacî Mela û Salih Akoî), sala 1944an li gundê Akoiyan, li Dola Akoiyan a qezaya Rewandizê ya parêzgeha Hewlêrê, di malbateke cotkar de ji dayik bûye.
Sala 1963an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye Pêşmerge. Pileyê serpelî di batalyona 3yê ya Hêza Balekê wergirtiye û paşê dibe Serleq. Di çendîn şeran de beşdarî kiriye, di nav wan de şerê Korêk, Spîlik, Bêxal, beşdarî di êrîşa Pêşmerge bo ser molgeyên rejîma Be'is li parzûngehên petrolê yên bajarê Kerkûkê kiriye. Sala 1966an li şerê Hendirên, ku şerekî stratejîk ê girîng bû ji bo Şoreşa Eylûlê, roleke berçav dibîne. Di vî şerî de piştî dagirkirina lûtkeya Kepkemo li çiyayê Hendirên, ji aliyê artêşa rejîma Be'is ve, biryar tê dayîn şêst Pêşmerge xwe feda bikin ji bo girtina vê lûtkeyê, di nav wan de Salih Akoî dibe serdesteyê deh Pêşmergeyên fedayî û destanek bêwêne tomar kirin.
Di 13ê adara 1975an de li çiyayê Armûşê yê Rewandizê, li lûtkeya Baskedirêj bi dawîn gulleyên topên rejîma Be'is bûye dawîn şehîdê Şoreşa Eylûlê, Serok Barzanî di pirtûka Bizûtnewey Rizgarîxwazî Kurdistan, wekî dawîn şehîdê Şoreşa Eylûlê navê wî aniye. Li goristana gundê Akoiyan a ser bi qezaya Rewandizê hatiye veşartin.
Çavkanî:1- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




