Şehîd Seîd Hesen Seîd sala 1952an li gundê Lêlkanê yê qezaya Sîdekanê ya ser bi îdareya serbixwe ya Soranê ji dayik bûye, xwendewarî hebûye, xêzandar bûye.

Sala 1991ê piştî raperîna Başûrê Kurdistanê peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, sala 1995an peywendî bi Hêzên Pêşmerge li Artêşa Sîdekanê kiriye û bûye fermandeyê batalyonê, di şerên devera Sîdekan û Balekayetiyê de beşdarî kiriye, di roja 16ê Gulana 1997an de di şerê parastina serweriya yasayê de li çiyayê Dêlê li Sîdekanê ji aliyê çekdarên PKKê ve hatiye şehîdkirin. 

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.