Seîd Omer Seîd bi navê Seîd Mela Omer tê naskirin, sala 1920 li gundê Biê ser bi nahyeya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, berî çûna xwe bo Yekîtiya Sovyetê zewicî bû û hevjîna wî bi navê Helîme Mela Îbrahîm xwediyê du kuran bûn bi navên Zubêr Seîd (1945) û Telhe Seîd (1947), bawernameya peymangehê di beşa çandiniyê de li Yekîtiya Sovyetê wergirtiye, şarezayiya wî di zimanên Kurdî, Erebî û Rusî de hebûye, sala 1981 li komelgeha Behirkê koça dawî kiriye.
Her li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevjîniyê li gel Henîf Îsmaîl Receb pêk aniye û xwediyê du kur û keçekê bûn bi navên Hakîm Seîd, Feyzo Seîd û Zehra Seîd.
XebatnameSala 1943 tevlî rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan bûye, beşdarî girtina binkeya polîsxaneya Biê (Hewlêr) û di 20ê Çiriya Pêşîn a 1943an de beşdarî girtina binkeya polîsxaneya Şêrwan Mezin (Hewlêr) bûye, di 19ê Tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar de hatiye girtin.
Piştî neskoya Şoreşa Duyemîn a Barzan di 11ê Çiriya Pêşîn a 1945an de berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê Adara 1946an de di hêza Barzan ser bi artêşa Komara Dêmokratîk a Kurdistanê li Mehabadê xizmeta pêşmergatiyê kiriye, di 29ê Nîsana 1946an de beşdarî şerê Qerewa li navçeya Seqiz (Rojhilatê Kurdistanê) bûye, piştî neskoya Komara Dêmokratîk a Kurdistanê beşdarî şerên Nelos di 3ê Adara 1947an, Gûcar di 13 li ser 14ê Adara 1947an, Neqede û Şino di 19ê Adara 1947an, û şerê Hevers û Helec di 25ê Adara 1947an a Rojhilatê Kurdistanê bûye.
Di 15ê Nîsana 1947an de li gel Şêx Ehmed Barzanî ji rûbarê Gader ku dikeve sînorê navneteweyî yê Şahnişîna Îranê û Şahnişîna Îraqê derbas bûye û bo dema çend mehan li sêmî Dîyana (Hewlêr) dest bi ser bûye, di 19ê Nîsana 1947an de biryar daye ku di bin fermandariya cenral Mistefa Barzanî de li berxwedanê berdewam be, di 23ê Gulana 1947an û piştî civîna fireh a gundê Dirê û biryara çûna bo Yekîtiya Sovyetê li gel hêzê diçe, di 18ê Hezîrana 1947an de ji rûbarê Aras ku dikeve sînorê navneteweyî yê Îranê li gel Yekîtiya Sovyetê derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîrana 1947an de li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçevan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê Kanûna Pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê Tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di Adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê cenral Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbeجê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li barûdoxa hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivîskî kom bikin, lewma navbirî di meha Çiriya Paşîn a 1951an de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê Nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi geşta Groziya li rêya bendera Besra li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1959an wek fermanber li fermangeha çandiniyê ya Hewlêrê hatiye damezrandin, sala 1961an beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye, beşdarî şerên Pîrs, Bersrîn (Dihok), Kanî Masê (Dihok) û nav Berwariya bûye, sala 1975an piştî neskoya Şoreşa Eylûlê her li zêdê xwe maye, di şeran de sê caran bi sivikî birîndar bûye, di rêkefta 31ê Tîrmeha 1983an de di proseya Enfalê ya Barzaniyan de ji aliyê hikûmeta Îraqê li Dîyana (Hewlêr) du kurên wî bi navên Zubêr Seîd (1945-1983) û Telhe Seîd (1947-1983) şûnwenda dibin.
Serçawe:- Arşîva Desteya Însîklopîdiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
- Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekê, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z), l l 34, 40, 44, 48, 51, 60, 62, 67, 80, 95, 133, 155.
- Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Plandanînê, Yekeyên kargêriyên parêzgehên Herêma Kurdistanê û hejmara malbatan û rûniştvanan, Hewlêr, 2009z, l 126.
- Heyder Farûq El-Samirî, Diya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhîkme - 2016m), s 203.
- Rêkarê Mizûrî, Serborên trajîdiyayên Barzaniyan, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2013z), l 334.
- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyariyên siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z), l 41.
- Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlê zêrîn ê Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996z), l l 22, 45.
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, bergê duwê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z), l l 607, 856.
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, bergê sêyem, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z), l 1005.
- Umer Farûqî, Serdar Dana, Jiyana û têkoşîna rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z), r. 39.
- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001z), r. r. 121, 126-127.
- Ebdullah Xefûr, Ferhenga erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr - Belavokên Akademiya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z), r. r. 98, 234, 366.
- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê heta Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z), r. r. 84, 94-96.
- Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, în, 15 nîsana 1959, r. r. 2, 4.
- Di bîranînên fermandarê şehîd Hesoyê Mîrxanê Zajo de, 62 roj li gel Barzanî, çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîriyê - 1997z), r. 118
- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958 li Îraqê, (Bexda - Dar El-Reşîd lil-Neşr - 1979m), r. 288.
- Mesûd Barzanî, Barzanî û tevgera rizgarîxwaza kurd 1931 - 1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z), r. r. 139, 153, 178, 184, 187-188, 194-197, 200-201, 205, 461.
- Mesûd Barzanî, Barzanî û tevgera rizgarîxwaza kurd 1931 - 1958, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Nadyar - 2012z), r. 110.
- Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta beravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlya zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z), r. r. 205, 267.





