Şehîd Selam Se'îd Îbrahîm di sala 1980yî de li gundê Kawlokan ser bi qezaya Rewandizê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, zewicî bûye.

Di sala 1998an de peywendî bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye, di heman salê de bûye Pêşmerge û paşê bûye serpel li Artêşa Sîdekanê, di şerên parastina serweriya yasayê de li devera Sîdekanê beşdarî kiriye, di roja 2yê îlona heman salê de, di şerê parastina serweriya yasayê de li çiyayê Girdaalê li devera Sîdekanê bi destê çekdarên PKKê Şehîd bûne.

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.