Şêx Wesman Mihemed Emîn, di sala 1920an de li navçeya Mêrgesorê ji dayik bûye, di sala 1978 de, ew ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bo kampa Quştepe ya bi darê zorê hatin veguhestin, di operasyona Enfalê ya li dijî Barzanîyan de ji aliyê hikûmeta Iraqê ve li komelgeha Quştepe hate windakirin. Zimanên kurdî û rûsî dizanibû.
Xebatnamedi 22ê Gulana 1947an de ligel general Mistefa Barzanî ber bi Yekîtiya Sovyetê ve diçe û di şerê gelyê Qiturê û şerê pira Mako beşdar bûye û piştî gelek zor û zehmetiyan, di 18'ê Hezîrana 1947'an de ji çemê Arasê li ser sînorê Îran û Sovyetê derbasî Yekîtiya Sovyetê dibe.
Piştî gihîştina wan bo Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîrana 1947an de, ew û hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê komara Azerbaycanê, çil rojan di kampeke girtî de ya ku dora wî bi têlên xerî hatiye dorpêçkirin hatin bicihkirin, ji aliyê komek leşker ve dihatin parastin û ji aliyê xwarin, cil û berg û veguheztinê ve weke girtiyên şer serederî di gel da dihat kirin. Paşê bi biryara dewleta Sovyetê ew li Azerbaycanê li herêmên Axdam, Laçîn, Ayulax û Kelbecerê hatin dabeşkirin. Di 10ê Kanûna yekem a 1947an de, ew ji bo baregeheke leşkerî ya li ser Deryaya Xezerê li Baku, paytexta Komara Azerbaycanê hatin veguhestin û di 23ê heman mehê de cil û bergên leşkerî dan wan û di bin çavdêriya efserên Komara Azerbaycanê de rojane 8 saetan perwerdeya leşkerî derbas kirin. Di heman demê de ji aliyê çend hevalên xwe yên xwenda ve rojê çar saetan dersên fêrbûna zimanê kurdî werdigirtin.
Piştî serederya xirab a Cefer Bakirov bi hevalên wî re, biryar hat girtin ku di 29ê Tebaxa 1948an de kampa leşkerî ji Komara Azerbaycanê veguhezînin civata Çirçukê ya li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir perwerdeya xwe ya leşkerî domandin.
Di Adara sala 1949an de ew û hevalên xwe taxim taxim bi trênê li gundên Yekîtiya Sovyetê hatin belavkirin û li zeviyên kolxozan (erdên ku xelkê ji dewletê standibûn û paşê pişka hikûmetê didin) xebitîn.
Piştî hewldaneke zêde û şandina çend nameyên general Barzanî ji Stalîn re, di dawiyê de nameyek gihîşt Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û kulên hevalên xwe dike û wî jî di cih de biryara avakirina komîteyek ji bo lêkolîna rewşa hevalên Barzanî da û di dawiyê de biryara komîtê ew e ku wan hemûyan li bajarê Vrîviskî kom bikin, ji ber vê yekê, navhatî di meha Mijdara 1951ê de diçe bajarê Vrîviskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14’ê Tîrmeha 1958’an li Iraqê û vegera General Mistefa Barzanî, di 25'ê Sibata 1959'an de li gorî xalên 3 û 7'an û birga (a) ya xala 10'an û xala 11'an a zagona guherandinê ya sala 1959'an ji bo wî û hevalên xwe efûya giştî hat dayîn.
Di sala 1958an de Komara Iraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim hat damezrandin, navhatî di 16’ê Nîsana 1959’an de tevî hevalên xwe bi keştiya Girozya di rêya bendera Besra ya li başûrê Komara Iraqê re vedigere Kurdistanê.
Di sala 1964an de beşdarî Şoreşa Îlonê bûye û serpel bû û beşdarî şeran bûye, di 31’ê Tîrmeha 1983’an de di operasyona Enfalê ya li dijî Barzanîyan de ji aliyê hikûmeta Iraqê ve li komelgeha Quştepe (Hewlêr) hate windakirin.
Çavkanî:- Rêkarê Mizurî, Sarbora Trajidiyayên Barzaniyan, Çapa Yeki, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2013).
- Şaban Elî Şaban, Çend Agahiyên Siyasî û Dîrokî, Çapa Sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhelat - 2013).
- Karwan Mihemed Mecîd, Barzanî ji Mehabadê heta Yekîtîya Sovyetê, çapa 1., (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011).
- Di bîranîna serfermandarê şehîd Heso Mîrxan Jajokî de, 62 roj ligel Barzanî, çûna Barzanîyan bo Yekîtîya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997).
- Leyth Abdul Mohsen Cewad El-Zubaidi, Şoreşa 14 Tîrmeha 1958 li Iraqê, (Bexda - Weşanxaneya Dar El-Reşîd - 1979).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd 1931 - 1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998).
- Necef Qulî Pisyan, ji Mehabada xwînawî heta beravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa 1., (Pîrmam - Cejna Zêrîn ya Partiya Demokrat a Kurdistanê - 1996).
- Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.


