Se'îd Ebdulrehman nasraw bi Se'ey Kakê Biçkol, sala 1950 li gundê Kanî Berdîne yê ser bi nahyeya Serçinar a qezaya Dûkan a parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê nav kanên berên gund bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, zewicî bûye û xwediyê du keçan bûye. 

Se'îd Ebdulrehman, sala 1974 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û li lîqa 3 ser bi batalyona Dole Rût a ser bi Hêzên Rizgarî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge. Sala 1974 beşdarî şerê kargeha cixareyê ya bajarê Silêmaniyê, şerê kargeha şekirê ya bajarê Silêmaniyê, şerê binkeya polîsê Bekrecoyê, êrîşa berfireh bo ser çiyayê Ezmer bi beşdariya Hêzên Rizgarî û Hêzên Xebat, şerê Kêwe Reş û Dola Şehîdan, şerê Qeywan Mawet û şerê serbazgeha Selam kiriye. Di sala 1974an de pileya serpel li lîqa 3 a batalyona Dole Rût wergirtiye. 

Sala 1974 li kanî berên çiyayê Şêrkoj ketiye ber topbarana topavêjên Artêşa Îraqê û Şehîd bûne, ji aliyê hevsengerên wî ve termê wî tê veguhestin bo gundê Xeyal û li wir dispêrin axê.  

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.