Şehîd Seîd Hemed Sofî Feqiyaneyî, naskirî bi (Seîd Hemed Xoşnaw), sala 1939an li gundê Feqiyan a Dola Akoyan a qezaya Rewandiz a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Xwendevar nebûye. Zewicî bûye û xwediyê pênc kur û çar keçan bûye.

Sala 1965an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û li batalyona 3ê ya hêza Balek bi fermandeyiya Mela Emîn, ligel Mihemed Ziyad Feqiyanî bûye Pêşmerge, beşdarî piraniya şerên devera Rewandizê kiriye, ji wan şerê çiyayê Korêk, Darehîşk, Kêl Kêl û şerên din ên Dola Akoyan dijî rejîma Beis.
Di roja 7ê nîsana 1974an de li berê çiyayê Korêk li şikefta Darehîşk, li sînorê gundê Feqiyan a ser bi qezaya Rewandizê bi topbarana artêşa Îraqê şehîd bûne. Li goristana Gerde Gerdî ya qezaya Rewandizê bi xak hatiye spartin.

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.