Şehîd Teha Weso Sofî Weso, di sala 1939an de li gundê Bîrêjê yê ser bi şaredariya Korê ji dayik bûye, mijûlî karê cotyariyê bûye û asta xwendewariya wî seretayî bûye, xwedî malbat bûye û xwedî kurekî bûye, di sala 1961ê de di şerê Dola Bindê de ji aliyê artêşa Îraq û caşên wê ve tê şehîdkirin, hevsengerên wî termê wî vedigerînin goristana şaredariya Korê û li wir bi axê dispêrin.
XebatnameŞehîd Teha Weso Sofî Weso, di sala 1958an de ligel Elî Kêxa Qadir diçin bajarê Bexda ji bo pêşwazîkirina vegera Barzanî yê nemir, piştî vegera wan rasterast dest bi avakirina rêxistina siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê dikin bi serperiştiya Elî Kêxa Qadir, xwe ji bo yekem çalakiyê amade dikin û diçin gundê Aqûbanê yê ser bi şaredariya Hîran, di kemînekê de li otomobîleke serbazî ya rejîma Beis didin û şeş serbazan dikujin û dest datînin ser şeş tivingan û wek diyariyê dibin ji bo Mam Resûl Feqê ku ev çalakî wek yekem çalakî Şoreşa Eylûlê tê hejmartin li devera Xoşnawetî, paşê bi sedema jêhatîbûn û karametiya xwe pileya fermandeyê mefrezeyê werdigire.
Di sala 1961ê de di şerê Dola Bindê de di rûbirûbûneke ligel serbaz û caşên rejîmê de, şehîd dibe.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




