Şehîd Umer Kerîm Fettah di sala 1947an de li gundê Hesenawa yê parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye.
Gundî bû û cotkarî jî dikir. Herwiha dibistana seretayî jî xwendiye.
Di sala 1963an de, bi rêya şaneya sereke ya Ebdullah Bexdadî ya rêxistina Newrolî, bû Pêşmergeyê şaxê Ferec Hacî Mehmûd ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
Di sala 1963an de, Umer Kerîm Fettah bi Şehîd Heme Gulpeyî û komek hevalên xwe re ji bo bêhnvedaneke kurt û dabînkirina pêdiviyan vegeriya gundê Hesenawa. Lê belê kesekî agahî da rejîma Îraqê û hêzeke mezin a rejîma Îraqê gund dorpêç kir. Heme Gulpeyî û çend hevalên wî karîbûn birevin, lê Umer Kerîm Fettah û sê hevalên wî yên bi navên Kerîm Fettah Qadir, Hacî Kerîm û Salih Mihemed Elî hatin girtin û li ber deriyê gund bi gulebaranê hatin şehîdkirin.
Çavkanî:Arşîva ensîklopediya PDKê





