Umer Kerîm, sala 1947an li gundê Gurge Çiya ser bi nahiyeya Erebetê ya deşta Şarezûrê ya parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, gundnişîn û mijûlî karê ajeldarî û cotyariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye.
Umer Kerîm, sala 1966an peywendî bi hêza Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û di pola Ehmed Suriya Wêylî de li Liqa Yek bi fermandeyiya Xalid Rebatî ser bi batalyona Çwarê ya Qeredaxê bi fermandeyiya Melazim Tahir Şêx Salihê hêza Qeredaxê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge. Sala 1968an beşdarî şerê Qeredaxê bûye, di wî şerî de Şêx Huseynê Baxçe şehîd bûne, sala 1969an şerê Qemçuxê û şerê Caseneyê bûye.
Di 15ê kanûna pêşîn a 1969an de Umer Kerîm û pelek ji hevsengerên xwe ji çiyayê Qeredaxê daxistine bo deşta Şarezûrê bo encamdana çalakiyeke partîzanî li nahiyeya Erebetê, lê di gihîştina wan bi gundê Bêsansorê yê deşta Şarezûrê ketine kemîna serbazên Îraqê û Umer Kerîm şehîd bûne, hevsengerekî wî bi navê Salar Behmen bi giranî birîndar bûye, ji aliyê hevsengerên wî ve termê şehîd Umer Kerîm bo devera Şarbajêrê hatiye veguhastin û li goristana gundê Berzenceyê bi axê hatiye spartin.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





