Usman Rehîm Ehmed nasnavê wî (Usman Şêre), sala 1941 li gundê Pîrdaûdê yê ser bi nahiya Şemamkê ya qezaya Quştepeyê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundnişîn û mijûlî karê cotyariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, 

Usman Şêre, sala 1962 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û li liqa Elî Şerîfî ya ser bi batalyona Deşta Hewlêrê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge. Sala 1962 beşdarî şerê gundê Pîrdaûdê û sala 1963 dastana Qereçox û dastana Darebizmarê bûye. Sala 1962 di şerê gundê Pîrdaûdê de, ku êrîşeke leşkerî ya Artêşa Iraqê ya wê demê bûye bo ser desteyek Pêşmerge, Usman Şêre tê de birîndar bûye û bi birîndarî xwe rizgar kiriye. 

Sala 1963 Usman Şêre û hevsengerekî wî xwestine vegerin çiyayê Qereçoxê, lê li pişt gundê Qûçe Bilbas li binariya çiyayê Qereçoxê ketine kemîna serokê caşekî rejîma wê demê ya Iraqê û di destpêka rûbirûbûnê de, Elî Qadirê hevsengera wî Şehîd bûne û Usman Şêre yek saet bi tenê bergiriye, lê ji ber nemana fîşek û pêdiviyên şerkirinê ji aliyê caşan ve hatiye girtin û li nav gundê Qeçe Bilbas gulebaran hatiye kirin û Şehîd bûne.

Çavkanî: 

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.