Walî Hemeseîd Ferec Rostem, sala 1961 li nahiya Xurmalê ya ser bi parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, rûniştvanê Xurmalê bûye û heta qonaxa navendî xwendiye, sala 1987 Şehîd bûne.
XebatnameŞehîd Walî Hemeseîd, sala 1982 bûye endam di rêxistina Xurmalê ya ser bi Lîjneya Navçeyê ya Helebceyê ya liqa çaran a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, sala 1985 çek hildaye û rû kiriye devera Xornewazan û bûye Pêşmerge di mefreza Umer Xemgîn de, ev mefreza partîzan yek ji mefrezeyên çalak û bandordar ên deşta Şarezûr û nahiya Xurmalê bûye, herwiha ev mefreza partîzan ser bi Hêzên Sûrênê yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye û di wê demê de Mela Umer fermandeyê hêzê bûye.
Şeveke zivistanê ya sala 1987an Walî Hemeseîd û desteyek hevsengerên xwe ber bi Xurmalê ve diçin ji bo encamdana çalakiyekê, piştî gihîştina wan bo derwazeya Xurmalê û li coga Gene ketine kemîna leşkerî ya rejîma Be's û Walî Hemeseîd Şehîd bûne.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




