Jîyanname

Sala 1920 li gundê Hesnê ser bi nahyeya Barzan li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, piştî ku diçe Sovyetê, sala 1950 jiyana hevserî li gel Nayle Kurd Seîd pêk aniye, du kur û keçek wan hebûne bi navên Reza ku di sala 1951 û Perîxan ku di sala 1954 û Hesen ku di sala 1957 ji dayik bûne, malbata wî ji neteweya Tatarên nîvgirava Qirimê ye, şarezayîya wî di her du zimanên Kurdî û Rûsî de hebûye, sala 1972 bo çareserîyê dişînin şahnişîna Îranê piştî 9 mehan li nexweşxaneyê di 21ê Adara 1973an de koça dawî kirîye û li gundê Hesnê hatiye veşartin.

Xebatname

Di 11ê Çiriya Pêşîna 1945an de û piştî nesko ya şoreşa duyem a Barzan, li gel Mistefa Barzanî û hevalên xwe derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê Adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî ji Komarê kirîye.

Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê beşdarîya şerê Neqede û şerê Şino yê li Rojhilatê Kurdistanê kirîye, herwiha ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê Nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistanê ya Bakur de vegerîyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegera wan, jenerel Mistefa Barzanî di 6ê Gulanê 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtîya Sovyetê, li wir tevahîya hevalên wî biryara berdewamîdan û çûna ber bi Yekîtîya Sovyetê didin, di 23ê Gulanê 1947an de hevalbendîya jenerel Mistefa Barzanî kirîye ber bi Yekîtîya Sovyetê û di şerê Gelîyê Qetur û şerê Pira Mako de beşdarî kirîye û piştî zehmetî û westîyaneeke zêde, di 18ê Hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtîya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtîya Sovyetê, di 19ê Hezîrana 1947an de li gel tevahîya hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji alîyê komek serbazan ve pasewanîya wan dihat kirin û ji alîyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatîye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê Kanûna Pêşîna 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo maweya çar saetan ji alîyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarîya wan hebû dersên fêrbûna zimanê Kurdî ji wan re hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê Tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di Adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr li ser gundên herewezî yên Yekîtîya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zevîyên kolxozan (ew zevîyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji alîyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawîyê nameyek digihe destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeserîyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li barûdoxê hevalên Barzanî û dawîyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivîskî kom bikin, lewra navbirî di meha Çiriya Paşîna 1951an de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.

 Piştî şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jenerel Mistefa Barzanî di 25ê Sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ketine ber lêbûrîna giştî.

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatîya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê Nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Grozya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegerîyaye Kurdistanê û bo maweya çend mehan li Selahedîn bûye û dûre li Bilê, sala 1962an bi sedema bordûmana firokeyên hêza asmanî ya Îraqê birîndar bûye.

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  2. Hemîd Gerdî, Puxteya Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
  3. Rêkarî Mizûrî, Jinen Ros û Ragwastin û Enfal û Komelkujî, çapa yekem, (Hewlêr – Çapxaneya Minare - 2010z).
  4. Şeban Elî Şeban, Hinek Zanîyarî Siyasî û Mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
  5. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Duhok - Çapxaneya Parêzgeha Duhokê - 2013z).
  6. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan li navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z).
  7. Karwan Mihemed Mecîd, Barzanîyên li Mehabadê ve bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
  8. Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî da çûna Barzanîyan bo Yekîtîya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
  9. Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Sewra 14 Temûz 1958 li Îraqê, (Bexda - Darreşîd bo Weşanê - 1979m).
  10. Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî ya Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
  11. Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî ve heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî Zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).