Xefûr Mihemed Salih, nasnavê wî Xefûr Golecalî bûye, sala 1955 li gundê Golecalî yê ser bi nahiya Bemoyê ya parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, rûniştvanê bajarokê Zerayenê bûye û mijûlî karê bazirganiyê li bazara Zerayenê bûye.

Sala 1982 li Hêzên Sîrwanê yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi fermandariya Celal Laweranî bûye Pêşmerge, di 3ê gulana 1983an de ligel du hevsengerên xwe bi navên Silêman Ebdulrehman Tagozî û Fayeq Elî Xefûr, li nêzî gundê Hokanê yê devera Tagozî ya ser bi bajarê Helebceyê, ketine kemîna caşên rejîma Be's, di encamê de rûbirûbûn çêbûye û Fayeq Elî di destpêkê de Şehîd bûne, Xefûr Golecalî jî fîşekek bi lingê wî ketiye û lingê wî şikestiye, bi birîndarî ji aliyê caşan ve hatiye girtin û serokê caşan bi destê xwe serê wî ji laşê wî cudakiriye û Şehîd kiriye, laşê wî bê ser ji bo malbata wî şandiye û serê wî jî firotiye rejîma Be's, herwiha Silêmanê hevsengera wî bi birîndarî radestî leşkerên rejîma Be's hatiye kirin û piştî salek û sê mehan di zindanê de gulebaran hatiye kirin û Şehîd hatiye kirin.

Çavkanî:

- Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.