Şehîd Xidir Ebdulla Ehmed Ezîz, di sala 1931an de li gundê Dergelê ya ser bi qezaya Rewandiz a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundnişîn û mijûlî karê cotyariyê bûye, xwendewariya wî nebûye, jiyana hevjîniyê pêk anî bû.

Sala 1961 peywendî bi hêza Pêşmergeyê Şoreşa Eylûlê dike û di batalyona 4 ya hêza Balek de tê kirin serlîq, di şerê Korêk û Serçiya û dastana Çiyayê Henderên de beşdarî kiriye, di 12ê Gulana 1966an de di dastana Çiyayê Henderên bi gulleyên rejîma Îraqê tê Şehîdkirin û dibe yekem Şehîd û serlîqê wan 25 Pêşmergeyên canfîdayên ku di dastana Henderên de beşdarî kirine.

Çavkanî:

1. Arşîva desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.