Xurşîd Îsmaîl Fettah, sala 1954 li gundê Stûnî ser bi nahyeya Şêrwan Mezin qezaya Mêrgesor parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Xwedî malbat bûye û xwedî 7 zarokan bûye, sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye û li kampa Zêwe niştecî bûye. Sala 1991 piştî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê vegeriyaye Kurdistanê û li gundê Lêlokê niştecî bûye.

Sala 1965 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û li cem Mîto Ehmed Zeynel bûye Pêşmerge, heman sal beşdarî şerê Zozikê bûye, sala 1969 beşdarî şerê Gerûyê Umeraxa kiriye li nahyeya Dîana, sala 1974 beşdarî şerên Spîlik û Gorêz û Rolê kiriye, pileya serpelî wergirtiye.

Sala 1991 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kiriye û di Artêşa Barzan de bûye Pêşmerge, sala 1997 li Gerûyê Stûpeyê nêzîk gundê Mêrozê ya devera Mizûrî ji aliyê çekdarên pkk Şehîd hatiye kirin û li goristana gundê Lêlokê hatiye veşartin.

Çavkanî:

 Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.