Yûnis Elî Letîf-Ela Qadir nasnavê wî Eref Yûnis e, sala 1945an li gundê Belxeyê ya ser bi nahiya Biyareyê ya devera Hewramanê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê baxdarî û pîşekariya daristanî bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye. Yûnis Elî serbaziya zorê kiriye û di serbaziyê de beşdarî di xûla topavêjiyê de kiriye û pileya erefê topavêjiyê wergirtiye. Piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye û li parêzgeha Ehwazê ya Îranê niştecî bûye, xêzandar bûye û navê xêzana wî Fetle Tofîq bûye û xwediyê sê kur û çar keçan bûye bi navên Xalib, Talib, Abas, Gulbehar, Semîre, Sebaxe, Werde.
Sala 1972an bûye Pêşmerge di betalyona serkirdatiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û erk û baregehên wan li devera Hacî Omeran û devera Badînanê bûye, ji ber hebûna ezmûna pêşwext di bikaranîna çekên giran de bûye Pêşmergeyê beşa topxaneya wê betalyonê, sala 1974an piştî destpêkirina şer pileya serleqê topxaneya betalyonê wergirtiye.
Sala 1979an li welatê Îranê careke din bûye Pêşmerge di betalyona Mihemedê Remezan ya ser bi Hêzên Pêşmergeyên Hewramanê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Yûnis Elî pileya fermandeyê mefrezeya partîzanî ya wê betalyonê wergirtiye.
Sala 1981ê Yûnis Elî ligel du hevsengerên xwe bi navên Heme Zemeqî û Abîd Rehîm ji bo çalakiyeke partîzanî çûne deşta Şarezûrê, şevekê ji bo bêhnvedanê li gundê Xêlî Hemeyê ya deşta Şarezûrê mane, ligel rojhilatinê hêzeke mezin a serbaz û caşên rejîma Be'sê çar derdora gund girtine, daxwaza xwe radestkirinê ji wan kirine û mefrezeya sê Pêşmergeyî biryar dane rûbirûyê wan bibin, rûbirûbûn çêbûye û piştî çend demjimêran hevsengerekî wan bi navê Heme Zemeqî Şehîd bûye û qola wî vala maye, piştre çar derdora Yûnis Elî û Abîd Rehîm girtine û bi birîndarî girtine, şandine girtîgeha bajarê Mûsilê, ti zanyariyek li ser çawaniya Şehîdbûna wan nîne, Yûnis Elî yek ji wan şehîdan e ku gora wî ne diyar e.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





