Zubêr Îsomerî, sala 1925 li gundê Îsomerayê ser bi nahiya Barzan li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û bawernameya bakaloryos di beşa çandiniyê de wergirtiye. Zubêr Îsomerî her sê zimanên Kurdî, Erebî û Rûsî zanîbû, sala 1962 li şerê Mirêba li Dihokê şehîd bûye.
XebatnameSala 1943 peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye û di şeran de beşdar bûye, di 19ê tebaxa 1945 bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên veguhêzbar û neveguhêzbarên wî de hatiye girtin. Piştî neskoya Şoreşa Duyemîn a Barzan di 11ê çiriya pêşîn a 1945 berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946 li hêza Barzan ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê xizmeta pêşmergatiyê kiriye û di şerên bereya Seqizê li Komara Dêmokrata Kurdistanê de beşdarî kiriye.
Ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947 bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistana Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegeriyana wan, jenerał Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947 li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947 yaweriya jenerał Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947 li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947 li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî dor hatibû girtin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947 hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakoyê paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948 ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949 li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê distandin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerał Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbeجê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin di barûdoxa hevalên Barzanî de û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951 diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958 li Îraqê û vegeriyana jenerał Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959 û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959 de, ew û hevalên wî ber lêbûrdana giştî ketine.
Di sala 1958 Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959 li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûra Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê, seretaya hilgirsiya Şoreşa Eylûlê peywendî bi rêzên şoreşê dike, heta şehîd bûna wî berdewam dibe di xebat û têkoşînê de.
Serçawe:-
Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
- Hamid Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
- Hemîd Gerdî, Puxteya dîroknamê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
- Heyder Farûq El-Samirayî, Diya Cefer we dewruhu el-siyasî we el-iqtisadî fî el-Îraq, (Londûn – Dar el-Hikme - 2016m).
- Şeban Elî Şeban, Hendêk zanîyarîy sîyasî we mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
- Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlî zêrînî pêşmerge, (Pîrmam - Çapxane Xebat - 1996z), l 21.
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa êkê, bergê dûyê, (Dihok - Çapxana parêzgeha Dihokê - 2013z).
- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan li navbera 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z).
- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan li Mehabadê ve bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
- Govara Hetaw, hejmara 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, Înî, 15 nîsana 1959.
- Li bîranîna fermandeyê şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî da çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zebîdî, Sewret 14 Temûz 1958 fî el-Îraq, (Bexdad - Dar el-Reşîd lîl-neşr - 1979m).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweyî rizgarîxwazî Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
- Necef Qulî Pisyan, Le Mehabadî xwênawîyewe heta lêwarekanî Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).





