Jînenîgarî

Îsmaîl Mihemed Ehmed, sala 1910 li gundê Hostanî ser bi nahiya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Beriya çûna wî bo Yekîtiya Sovyetê, zewicî bû û hevjîna wî navê wê Menîce Sofî Umer bûye, keçek wan hebûye, navê wê Mehrûse bûye ku sala 1938 ji dayik bûye. Sala 1957 li Yekîtiya Sovyetê koça dawî kiriye.

Xebatname

Di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jenerel Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê gelê Qetur û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayûlax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewar bûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî pê hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin, lewma navbirî di çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê. Sala 1957 li Yekîtiya Sovyetê koça dawî kiriye.

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê

  2. Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004).
  3. Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî da çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997).
  4. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998).