Şerê Berosikê çalakiyeke din a hêza Pêşmerge bû li dijî dezgehên emniyên rejîma Beis, hêzeke Pêşmerge ya lijneya navçeya Dihokê bi fermandeyê Mihemed Murad, di yek ji şevên bihara 1983ê de li nav bajarê Dihokê kemînek danîn, saet 9ê şevê du otomobîlên polîsên bajêr ketin kemînê, hêza Pêşmerge ji hemû aliyan ve destrêja gulleyan li wan kirin, di demekê kêm de dest danîn ser wan û her du otomobîl şewitandin, hejmarek ji polîsan hatin kuştin û yên din jî dîl hatin girtin û dest danîn ser çekên wan, paşê hêza Pêşmerge karîn bi silametî ji bajêr derkevin û vegerin baregeha navçeyê.   

Piştî serhildana Şoreşa Gulanê pey bi pey deste û tîmên hêza Pêşmerge bi fermana serkirdatiya şoreşê xwe xizandine nav bajar û gundan, hêza Pêşmerge li gelek navçeyan binke û baregeh damezirandin, ligel wê jî rewşa şoreşa Kurd di warê çalakî û rûbirûbûna dezgehên emnî û hêzên serbazî yên Artêşa Iraqê de pêş ket, di piraniya navçeyên cuda de di tomarkirina çalakiyên Pêşmerge de bi şêweyê partîzanî li dijî hêzên serbazî yên Beis rabûn û ziyanên mezin gihandin wan, beşek girîng ji stratejiya wan çalakiyan peyamek bû ji bo rejîma Beis ku şoreşa Kurd berdewam e û sil nake ji mafên xwe yên rewa, diyar e aliyekî diyar û berçav ê çalakiyên Pêşmerge di rûbirûbûna hêzên serbazî û emniyan de bi dirêjahiya şer û pevçûnan, danîna kemînan bû li ser rêyên hatûçûnê û wan cihên ku ew hêz lê derbas dibûn ji bo rûbirûbûna Pêşmerge û cîbicîkirina erka serbazî, hêza Pêşmerge jî di şiyanê de bû bi wî şêweyê rûbirûbûnê derbeyên mezin li wan hêzên serbazî û emniyan bide.       

Di wê serdema şoreşê de hêza Pêşmerge ser bi liq û navçe û rêxistinan bûn, hêzeke Pêşmerge ku nêzîkî 20 kesan bûn ser bi lijneya navçeya Dihokê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê di bin serpereştiya Mihemed Murad de di yek ji şevên bihara sala 1983ê de ji bo encamdana çalakiyê û weşandina derbeyekê li dezgehên emniyên hikûmeta Beis, rûyê xwe kirin navçeya Sîna û Şêx Xidra paşê serketin bo serê gundê Sîna û paşê şor bûn jêr ber bi bajarê Dihokê nêzîk garaja giştî ya taxa Berosikê, hêza Pêşmerge nexşe û plan danîn ku li nav bajarê Dihokê çalakiyekê encam bidin ku pêk dihat ji danîna kemînekê ji bo dezgehên emniyên bajêr. Diyar e ji bo encamdana wê çalakiyê hêza Pêşmerge dabeş bûn ser sê desteyan, desteyek çûn ser bilindahiyekê ji bo parastina rêya vegerê, desteyeke din çûn ber binkeya polîsên Berosikê ji bo çavdêriya hêza polîsên binkeyê, desteya sêyem li wî cihî cîgir bûn ku hatibû destnîşankirin ji bo danîna kemînê.

Hêza Pêşmerge li nav bajêr man heta nêzîk saet 9ê şevê, di demekê de du otomobîlên hêza polîsên bajêr ketin kemînê, Pêşmergeyan dest bi cih rûbirûyî wan bûn û ji hemû aliyan ve dan ber destrêja gulleyan, di demekê kêm de dest danîn ser her du otomobîlan û agir berdanê û şewitandin, di encama wî şer û rûbirûbûnê de 10 polîs hatin kuştin û 6ên din jî dîl hatin girtin ligel efserekî bi navê Selah, paşê dest danîn ser çekên wan, ku pêk dihatin ji 10 demançeyan û yek (ar. pî. cî) û hinek kelûpelên din ên serbazî.

Piştî encamdana çalakiyê temamiya hêza Pêşmerge silamet û bê ziyan bûn, paşê bi planeke serketî biryara derketinê ji bajêr dan, vekişiyan bo gundê Îtotê û li gundê Berê Beharê li cadeya sereke derbas bûn û çûn bo baregeha lijneya navçeya Dihokê, diyar e ew çalakiyên Pêşmerge dengvedanek mezin li nav bajarê Dihokê û derdora wê li pey xwe anî, herwiha tirseke mezin xiste nav rêzên dezgehên emnî û serbaziyên hikûmeta Beis li deverê û bi taybetî li nav bajarê Dihokê, çimkî hikûmet di wê baweriyê de nebû ku Pêşmerge bikaribe wisa çalakiyekê li nav bajarê Dihokê encam bide. 

 Çavkanî:

1- Mihemed Murad, Xebata Çiya, bîranîn û serhatiyên Şoreşa Gulanê di navbera salên (176-1989) de, (çapxaneya Kurdistanê- Zaxo- 2007). 

2- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, (çapxaneya Roksana- 2021).

3- Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyekî di xizmeta rêbaza Barzanî de Hecî Bêroxî berga duyem, çapa duyem, (Tirkî- 2021).  

4- Şîmal Zêbarî, Hindek rastiyên veşartî di Şoreşa Gulanê de, çapa yekem, (çapxaneya Rojhilat- Hewlêr- 2015).