Yek ji wan şerên ku hêzên Pêşmergeyên Komara Mehabadê li dijî artêşa Îranê kirine, ev şer li gundê Qolte qewimî û hejmara leşkerên artêşa Îranê tê de pêncsed leşker bûn, lê hejmara Pêşmergeyan ji bîst kesên ji hêzên Mehabadê û çekdarên ji herêmên Gorkî û Serdeştê û Siwêsniyê pêk dihat, ji bilî vê hêzê, Mistefa Xoşnaw ji hêzên Barzanî jî di şer de beşdar bû, hêzên Komara Kurdistanê di vî şerî de bi çekên xwe yên kêm ên ku di destê wan de bûn û piraniya wan çekên sivik bûn, karîn hêza artêşa Îranê dorpêç bikin, û dema ev nûçe bihîstin û ji bo rizgarkirina vê hejmara mezin a hêzên xwe yên ku ji aliyê hêzeke biçûk a Komarê ve hatibûn dorpêçkirin, hêzên Îranê nêzîkî 350 leşkerên din ji bajarê Bane wek hêza Piştevanî şandin da ku 500 leşkerên li gundê Qolte dorpêçkirî rizgar bikin, lê ev gav bêfêde bû, û di dawiyê de hêzên Pêşmergeyên Komarê ku hejmarek ji Pêşmergeyên hêzên Barzanî jî tê de beşdar bûn, karîn hêza artêşa Îranê têk bibin, û piştî teslîmbûna wan hêzên Pêşmerge gelek xenîmet bi dest xistin, tiştekî ku di wê demê de gelek baş bû, dema ku hêzên Komarê ji aliyê çek û Zexîre ve di rewşeke baş de nebûn.

Bi encamdana vî şerî û şerên din ên ji aliyê Pêşmergeyên hêzên Barzanî û hêzên Komara Kurdistanê ve di wê heyama kurt a temenê Komarê de, girîngiya amadebûna hêzên Barzanî di wê qonaxa hestiyar a ku Komara Kurdistanê tê re derbas dibû, bi awayekî mezintir ji me re diyar dibe, ji ber ku wan karî bi sûdwergirtina ji hêz û şiyana ku di destê wan de bû, bi awayekî baş parastina wan herêman bikin ku ji wan re hatibûn spartin û li hemberî êrîşên artêşa Îranê teslîm nebûn. Ji aliyekî din ve, taybetmendiyeke din a Pêşmergeyên Barzanî di wê qonaxê de derdikeve pêş, ew e ku tevî hemû pirsgirêk û zehmetiyên ku rûbirûyê wan bûn ji kêmbûna cihên mayînê bigire heta nexweşî û kêmbûna xwarinê, lê ew her tim amade bûn ku canê xwe di rêya Komara Kurdistanê de feda bikin. Ev berevajî Pêşmergeyên eşîrên din ên Îranê bû ku ne bi pirsgirêkên mayînê û ne bi kêmbûna xwarinê an pirsgirêkên tenduristiyê re rûbirû mabûn.

Çavkanî:

1- Hejar Mukriyanî, Çêştî Mêjûw, çapa sêyem, -, Weşanxaneya Azadî, 2009.