Hikûmeta Iraqê bi berdewamî di operasyonên serbazî de bû bo ferzkirina desthilata xwe li ser hemû bajar, bajarok û gundên Kurdistanê, bi taybetî li wan deverên ku gotegotên hebûna Hêzên Pêşmerge lê hebûn. Rejîma Be's sedema şikestina şoreşeke ji mezintirîn şoreşên Kurdî bû piştî çend salan bi pilaneke navneteweyî di 6ê Adara sala 1975an de, û wisa difikirî ku dikare rê li ber rabûna şoreşê bigire. Hikûmeta Be's hêz pêk dianîn û operasyon rêk dixistin û êrîşên serbazî dikirin ser hêz û rêxistinên Hêzên Pêşmerge ku li her quncikeke deverên cuda derdiketin, bi armanca jinavbirina wan.

Yek ji wan operasyonên serbazî yên ku Artêşa Iraqê bi piştgiriya sîxuran (Cehşan) bo tepeserkirina dengê şoreşê pêk anî, êrîşa ser devera Mangêş a bakurê Dihokê bû. Ew êrîşeke berfireh bû di sînorê Komîsyona navçeya Dihokê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de di Tebaxa 1984an de bo dawîanîna bi Hêzên Pêşmerge û dûrxistina wan ji deverê, lê Hêzên Pêşmerge bi hêzeke mezin bersiva êrîşê dan û rê li ber pêşveçûna hêzên hikûmetê girtin. 

Piştî şerekî dijwar, Hêzên Pêşmerge ziyanên giran gihandin refên artêş û çekdaran, ku bû sedema kuştin û birîndarkirina hejmareke mezin ji şervanan û girtina hejmarek ji wan. Di şerê ku di navbera gundên Gulnaskê û Elendkê de qewimî de gelek çekdar hatin kuştin, di nav kuştiyan de Ebdullah Zêbarî birayê Letîf Zêbarî jî hebû. 

Wisa xuya dike ku ev cure operasyonên serbazî yên ku hikûmeta Iraqê li dijî wan deverên ku çalakiyên şoreşgerî lê hebûn pêk dianîn, encama dengvedan û berdewamiya têkoşîn û şoreşê bû. Ji aliyekî din ve, hikûmetê nekarî bigihîje wê armanca ku bi dehan salan li seranserê rejîmên li pey hev heta gihîştina Be's bi desthilatê şer jê re dikir, û hemû ev şer û êrîş bûn sedema ziyanên mirovî û madî yên mezin bo hikûmeta Be's.

Çavkanî:
  1. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweyî rizgarîxwazî Kurd, bergî çwarem, 1975-1990 şorşî Gulan, beşî dûwem, çapî yekem, çapxaneyî Roksana, 2021. 

  2. Welî Zubêr Hostanî, çend dastan û rûdaw û beserhatêk le şorş û raperînekanî Barzanda, çapî yekem, çapxaneyî Rojhelat, Hewlêr- 2017.