Piştî morikirina rêkevtinnameya Cezayîrê di 6ê adara 1975an de di navbera Îraq û Îranê de, ku wek planeke navdewletî li dijî bizava rizgarîxwaza Kurd hat encamdan û çarenivîsa Kurd li Başûrê Kurdistanê tûşî nehametiyeke dijwar a mirovahî kir, êdî hikûmeta Beis wisa bawer dikir ku ji bo dawî car dawî bi bizava Kurdayetiyê aniye û rabûna wê zehmet e, lê di rastiyê de wisa derneket, belkî bi maweyekê kurt bi diyarkirî di gulana 1976an de şoreşa çekdarî dest pê kir û hêvî û bawerî bo xelkê Kurdistanê vegeriya, ev gavavêtin jî wek xaleke nû ya werçerxanê tê danîn di dîroka hevçerx a Kurd de.
Her piştî wê maweyê Hêzên Pêşmerge ji aliyê serkirdatiya şoreşê ve hatin şandin bo kûrahiya Başûrê Kurdistanê, paşê peywendî bi kadro û Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê re hat kirin ku li Kurdistanê mabûn û awarey Îran û Tirkiyeyê nebûbûn, daku xwe rêk bixin û qonaxeke din a şoreşê bi şêweyê partîzanî bixin gerê û çalakiya Pêşmerge encam bidin, ji bilî wê jî peyama rabûna şoreşê û dakokîkirin li mafê nişteciyên Kurdistanê bigihînin serên rejîma Beis.
Yek ji wan çalakiyên ku Pêşmerge encam da û karî ziyaneke zêde bigihîne dezgeh û damezraweyên hikûmeta Beis, çalakiyeke partîzanî bû li navçeya Qesrok a ser bi qezaya Şêxan a parêzgeha Dihokê sala 1978an, piştî ku hêzeke Pêşmerge karîn xwe bigihînin yek ji binkeyên çekdarên rejîma Beis, di nişkave êrîş birin ser binkeyê û bi maweyekê kurt karîn ziyanên canî û madî yên zêde bigihîninê, ku pêk dihat ji kuştin û birîndarbûna hejmareke zêde ya çekdaran, di wê çalakiyê de Pêşmergeyek Şehîd bû ku kadroyekî jêhatî yê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bû bi navê Hemîd Hefzûlla, piştî veguhastina termê wî li gundê Blan li nahyeya Merîba bi xak hat spartin.
Hêjayî gotinê ye hemû ew corên çalakiyên Pêşmerge peyameke tirsêner bû bo serên rejîma Beis ku şoreş bi zebr û zeng û pîlanên navdewletî eger hereş jî bîne, careke din bi formeke din tê meydana xebatê û bersiva hemû ew xewn û xeyalan dide ku bi nemana yekcarî didîtin.
Çavkanî:-
Mesûd Barzanî: Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.
-
Cemal Fethûlla Teyib: Bizava rizgarîxwaza Kurd li Başûrê Kurdistanê 1976-1980, çapa yekem, çapxaneya Şehab, Hewlêr-2012.
-
Xazî Adil Gerdî: Pêşmergeyek di xizmeta Barzanî de, berga duyem, çapa duyem, Tirkiye-2021.





