Piştî ku Beisiyan bi rêya derbeyeke serbazî desthilat li Iraqê girtin destê xwe, êrîş û şerên xwe yên li dijî Kurdistanê bo heyama sê mehan rawestandin, lê zû Beisiyan êrîşa xwe ya li ser Kurdistanê careke din dest pê kirin, plana Artêşa Iraqê di wê carê de bi temamî li ser herêma Spîlikê bû, bi armanca gihîştina Barzanê ji wir û kontrolkirina temamî ya herêmê.

Hêzên hikûmetê di vê êrîşê de ji Firqeya duyemîn pêk dihat ku lîwayên (2, 5, 19, 25, 27, 29) dihewîne, di bin fermandariya Emîdê Rukin Îbrahîm Feysel El-Ensarî de ku wekî çavdêrê giştî yê vê kampanyaya serbazî hatibû destnîşankirin. Herwiha desthilateke temamî dabûn fermandarê lîwayê Seîd Hemû ji ber kîn û hêrsa wî ya zêde li hember fermandariya şoreşê û gelê Kurd.

Di 29ê Hezîrana 1963an de, şerekî mezin li Derbendê Korê derket û heta êvarê berdewam kir, û di encamê de, hêzên Pêşmerge ji wî newalî vekişiyan, lê wan nekarî xeta berevaniyê li tengava Mîrawê, deşta Herîr û cihên din ava bikin heta gihîştin bilindahiyên Spîlikê, û ji wir, li cihên stratejîk belav bûn û pêşveçûna Artêşa Iraqê asteng kirin, hêzên hikûmetê jî gihîştin deşta Herîrê û kamp li wir ava kirin.

Emîdê Rukin Kafî Nebewî bo fermandariya giştî ya hêzên Pêşmerge di vî şerî de hat erkdarkirin, û fermandarên hêzan ev bûn: Hacî Bîroxî, Keko Mêrgesorî, Mistefa Nêrweyî, Mela Emîn Hostanî, Cadir Goyzî, Hemeziyad Feqiyanî, Îzet Silêman Beg Dergelêyî, Hemîd Bîrî û Erîf Yasîn ku her yek ji wan li eniyekê ji eniyên şer hatibûn bicihkirin.

Plana Artêşa Iraqê ya êrîşkirina ser Barzanê armanc dikir ku ji aliyê du firqeyan ve di heman demê de were cîbicîkirin: Firqeya yekem ji çiyayê Pêris û firqeya duyem ji Spîlikê, ev jî piştî ku hêzên Pêşmerge ji Heybet Sultan vekişiyan, hikûmetê beşek ji hêzên xwe dabûn wan hêzên li deşta Herîrê bicihbûyî, lê lîwaya sêyem li Xelîfan û Balkiyan ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatibû dorpêçkirin, û xwarin û pêdiviyên wan hatibûn birîn û li ber teslîmbûnê bûn. Lê dema hêzeke serbazî ya Iraqî ya din gihîşt deşta Herîrê, hêviyên wan vegeriyan, herwiha Hisên Sûrçî yê berpirsiyarê sîxuran di dabînkirina xwarin û pêdiviyan de alîkariya wan kir.

Hêz bo demekê li hember hev hatin bicihkirin, li Benî Herîrê jî, hêzeke Pêşmerge hat bicihkirin û rê neda Artêşa Iraqê ku ji deşta Herîrê pêşve biçe, rojekê, balafireke helîkopter a şer li ser cihên Pêşmerge li bilindahiyên Spîlikê firî, Pêşmergeyan ji cihên xwe bi baraneke guleyan ew kirin armanc, balafirê bi lez herêm bicîh hişt û li deşta Herîrê danî, piştî wê, Artêşa Iraqê dest bi topbarana dijwar a cihên Pêşmerge kir û agir bi herêmê xist, carinan, ji ber nakokiyên di navbera fermandarên Pêşmerge de û nevegereya wan bo hevahengî û şêwirînê bi hev re, hevsengiya hêzan bi neyînî bandor dibû û aloziyên di nava refên Pêşmerge de çêdibûn û moral li cihên wan têk diçû. 

Hêzeke Pêşmerge bi fermandariya Muqedem Ezîz Akreyî bo piştgirîkirina eniya şer bo Spîlikê hat şandin, tevî ku tu berpirsiyariya wî li vê eniyê tune bû, şevekê, Silêman Şawlî Şanderî hêzeke Pêşmerge bêyî hevahengî bi Emîdê Rukin Kafî Nebewî re bi behaneya desteser-kirina çekan ji xelkê gund, şand gundê Berdînê li başûrê Spîlikê, xuya ye ji ber gumanên hevkariya wan bi Artêşa Iraqê re, xelkê gund li hember hêzên Pêşmerge rawestiyan û şerekî dijwar di navbera wan de derket, û berpirsiyarê Pêşmerge Silêman Şawlî Şanderî û sê Pêşmerge şehîd bûn, û termên wan li qada şer hatin hiştin, dema nûçe gihîşt hêzên Pêşmerge, hêzeke din bi fermandariya Hacî Bîroxî ji xeta Sînawê ve bo alîkariyê êrîşî çekdarên gund kirin, û tevî ku bi ser wan de çûn, lê çar Pêşmerge şehîd bûn û du kesên din birîndar bûn û piştre hêzên wan vekişiyan.

Piştî wê nakokî û aloziya ku di nava refên hêzên Pêşmerge de çêbû, Artêşa Iraqê di 15ê Tîrmeha 1963an de êrîşeke berfireh li ser eniya Spîlikê kir, û di heman demê de, gotegot di nava Pêşmergeyan de belav bûn ku dorpêça li ser lîwaya 3 li Xelîfanê hatiye rakirin û wan kontrola newalê Elî Beg kirine, lewma piştî şerekî ku çend saetan berdewam kir, hêzên Pêşmerge di 16ê Tîrmehê de ji bilindahiyên Spîlikê vekişiyan û Artêşa Iraqê kontrol kir. 

Çavkanî:

1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweyî rizgarîxwazî Kurd, bergî sêyem, beşî yekem, şorşî Eylûl 1961-1975, çapî yekem, 2004.

2- Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek le xizmet rîbazî Barzanîda Hecî Bîroxî, bergî yekem çapî duwem, Tirkiya, 2021.

3- Zerar Silêman Beg Dergelêyî, bîrweriyekanm le sallanî 1943-1977da.

4- Şewket Mela Îsmaîl Hesen, rojanê le mêjûyî şorşî Eylûl, çapî yekem, (Hewlêr- 2007).

5- Arî Kerîm, çend laperrayekî zindû le şorşî Eylûlda, çapxaneyî Xebat, (Dihok- 1999).

6- Hacî Mîrxan Dolemerî, gerran bedwayî dadperwerîda, bergî yekem, çapî duwem, (çapxaneyî Esra- Taran- 2021).