Amadekarî

Piştî zêdetir ji salekê agirbesta navbera hikûmeta Iraqê û Şoreşa Eylûlê, rejîma Ebdulselam Arif di sozên nav agirbestê de paşgeş bû, di dawiya Adara 1965ê careke din agirê şer bi ser Kurdistanê de sepand, ku di wê baweriyê de bûn kertbûna Partiya Dêmokrata Kurdistanê û şoreşa Kurd demekî guncaw e bo destpêkirina êrîş û pelamaran, bi wê pîvanê ku şansê serkeftina wan zêdetir dike. Di payîza 1965ê Artêşa Iraqê êrîşeke mezin anî ser çiyayê Benî Herîr û Zênetir, şerekî giran bo dema sê rojan berdewam bû, ku hejmareke zêde ji serbaz û çekdarên bi kirêgirtî (caş) hatin kuştin.

Di wî şerî de topxaneya şoreşê roleke giring û karîger dît di topbarana hêzên Iraqê, bi taybetî çadirgeh û serbazgehên artêşê li deşta Herîr bi topa 25 retl ku ji aliyê efserê topxaneya şoreşê Mlazim Xidir Ebdulla Debax serperiştiya dihat kirin, karî ziyaneke mezin bi Artêşa Iraqê bigihîne û peşêwiyeke bê endaze di serbazgehan de bîne, ew jî di sitayiş û destxweşiya fermandeyê Pêşmerge Yûnis Rojbeyanî di bereya şer de derdikeve ku bi bêtel sipasiya wan dike û destxweşiyan pê radigehîne.  

Sala 1965 û sala dûv re ji salên giran ên temenê şoreşê bûn, zêde şerên sext rû dan û serkeftinên mezin jî hatin bidestxistin, her di wê salê de serkirdayetiya şoreşê ji navçeya Pişderê hat veguhastin bo navçeya Balekayetî heta nesko ya sala 1975ê, lewma hikûmetê piraniya hêz û şiyan û giranahiya êrîş û pelamarên zemînî û asmanî xistibû wê deverê, bi wê niyazê ku her çî zû ye bigihe serkirdayetiya şoreşê û zefere pê bibe, heta di ayindeyeke nêzîk herese pê bîne.

Diyar e ew şerên ku di wê demê de rû dan bo dema salekê berdewamiya wan hebû, bêyî ku hikûmet bikare serkeftina yekalîker bi dest bîne, her çend karî dest bi ser hinek ji bajar û bajarokan de bigire, lê hêza Pêşmerge navçeyên çiyayî yên wê guncawtir bûn bo bergiriyê û dikare ziyana mezin bi hêzên hikûmetê bigihîne belkû her wisa derket, bi giştî di wan şeran de Artêşa Iraqê ziyana zêde gihîştê, çendîn termên efser û serbazan li bereyên şer man, dehan parçeyên çekên corawcor ketin destê Hêzên Pêşmerge, ew jî wisa kir ku hikûmet neçar be hejmara serbaz û pêdiviyên cengî zêdetir bike di bereya cengê de.              

Çavkanî:      

1- Hawkar Kerîm Heme Şerîf, Şoreşa Eylûlê, çapxaneya Zanîngeha Selahedîn, çapa yekem, Hewlêr – 2012.

2- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd, berga sêyem, beşa yekem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, çapa yekem – Hewlêr, 2004.

3- Mlazim Xidir Ebdulla Debax, Topxaneya Şoreşa Eylûla Mezin, çapa sêyem, çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî, Hewlêr – 2020.

4- Karwan Cewher Mihemed, Îdrîs Barzanî 1944-1987 jiyan û rola siyasî û serbazî di bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd de, çapxaneya Hêvî, Hewlêr - 2019.