Qewimîna şer

Piştî êrîşa hêzên Pêşmerge li ser nahiyeya Bengirdê di 11ê Çiriya Pêşîn a 1976an de, hikûmetê bi helîkopteran çavdêriya tevgerên hêzên Pêşmerge li navçeyên Bengirdê û derdora wê dikir. Piştî amadekariyan, hêzên hikûmetê di 25ê Kanûna Pêşîn a 1976an de dest bi pêşveçûnê kirin û gihîştin gundê Sêderê. Ji wir hêzên Pêşmerge yên Fermandariya Demkî bi fermandariya Kemal Kerkukî ber bi gundê Sêderê ve çûn da ku li hember pêşveçûna artêşê bisekinin. Dema hêza Pêşmerge gihîşt bilindahiyên Zekeriya, hikûmetê jixwe dest bi topbarankirina gundê Sêderê kiribû, lewma hêza Pêşmerge daket û bû du beş. Feqî Îsmaîl û lîwayê Hasan Xoşnaw ji bo beşê Sêderê hatin erkdarkirin, di heman demê de Salih Awzî, Şêx Husên Lûter û Bayiz Ebdullah bi mefrezeyek ji 35 kesan pêk dihat bi fermandariya Kemal Kerkukî û Nesredîn Mistefa ber bi gundê Şarstînê ve çûn û li heman gundî rûbirûyê hêzên hikûmetê bûn.

Artêşa rejîmê ji du aliyên din ên Dûkanê ve êrîşî hêzên Pêşmerge yên li gundê Şarstînê kir. Di sibehê 26ê Kanûna Pêşîn a 1976an de şerekî giran di navbera her du aliyan de derket. Ji ber newekheviya di çek û alavên serbazî de, hêzên Pêşmerge neçar man vekişin. Tevî vê yekê, wan karî ziyanên giran bigihînin hêzên hikûmetê. Hêzên rejîmê di wî şerî de nêzîkî sed kuştî dan (hin çavkanî behsa kuştina 163 serbazan û xistina helîkopterekê dikin). Li hemberî vê, hêzên Pêşmerge 7 heta 9 Şehîd bûne û 9 birîndar dan, di nav wan de fermandeyê hêzên Pêşmerge Kemal Kerkukî û cîgirê berpirsiyarê herêmê Nesredîn Mistefa hebûn. 

Hêzên hikûmetê di êrîşa xwe ya li ser gundê Şarstînê de ji tiştekî xwe nedan paş, ji topbarankirina sivîlan bigire heta şewitandin û wêrankirina gundê wan. Di wê êrîşê de bi tenê 9 sivîl Şehîd bûne, di nav wan de jin û zarokên temenê wan di navbera çar û heştê salî de bûn û 32 kesên din jî birîndar bûn. Herwiha nêzîkî 100 mêr, jin û zarokên bêguneh ji aliyê artêşa rejîmê ve hatin girtin û şandin zindanan. Piştî bidawîbûna vî şerî, hemû birîndar û koçber bo gundê Xorxorê hatin veguhestin, li wir ji aliyê xelkê gund ve xizmet û penageh ji wan re hat peydakirin. 

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partî Dêmokratî Kurdistan.