Şehîd Husên Nejm Husên Mistefa nasnavê wî Şêx Husên e, sala 1931ê li gundê Balîsanê ji dayik bûye, nişteciyê gundê Şinawayê yê ser bi nahiyeya Herîrê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, li polîsên Hewlêrê hatiye damezrandin û pileya nayib erîf bûye, sala 1975an piştî neskoya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye û li bajarê Mehabadê niştecî bûye, sala 1976an vegeriyaye Kurdistanê, xêzandar bûye, xêzana wî navê wê Kezî Xidir e û xwediyê du keç û kurekî bûye bi navên Fatime, Cîhan û Elî.
XebatnameŞehîd Husên Nejm Husên Mistefa, wê demê ku polîs bûye li bajarê Hewlêrê peywendî bi rêxistinên nihênî yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li nav bajêr kiriye, sala 1968an di dema encamdana çalakiyekê de hatiye eşkerekirin, lewma diçe çiyayê Sefînê û li batalyona sêyê ya Sefînê bi fermandariya Mam Resûl Feqê ser bi Hêza Sefînê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê dibe Pêşmerge, sala 1975an piştî neskoya şoreşê awareyê welatê Îranê bûye, sala 1976an piştî derketina lêborîna giştî vegeriyaye Kurdistanê, lê dûr tê xistin bo nahiyeya Xeratê ya ser bi parêzgeha Nasiriye, maweya salekê li wir dimîne, paşê vedigere bajarê Hewlêrê û li wir niştecî dibe, destpêka Şoreşa Gulanê peywendî bi rêxistinên nihênî yên lijneya Liqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê dike, berpirsiyariya çend şaneyên nihênî li nav bajarê Hewlêrê jê re tê spartin.
Di 12ê gulana 1981ê de di dema encamdana civînê li gel şaneyên nihênî yên nav bajêr bi xwe û çend nameyên nihênî yên Îdrîs Barzanî, li taxa Şoreş a bajarê Hewlêrê ji aliyê emniya Hewlêrê ve tê girtin, piştî girtinê vediguhêzin Qelaya Kerkûkê û li dadgeha leşkerî fermana sêdarekirinê jê re derdikeve û vediguhêzin girtîgeha bajarê Mûsilê, di 11ê çiriya paşîn a 1981ê de li girtîgeha bajarê Mûsilê Şehîd Husên Nejm hatiye sêdarekirin û yek ji wan Şehîdan e ku gora wî ne diyar e.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





