Şivan Mîrxan Badîn sala 1962an tevlî Şoreşa Eylûlê bû û bû Pêşmergeyê cem Hesû Mîrxan Dolmerî û beşdarî şerên Şûş û Şirmen ên ser bi bajarê Akrê û di şerê çiyayê Akrê de bû, sala 1962an bi Barzanî yê Nemir re derbasî herêma Soran bû, di heman salê de beşdarî şerên çiyayê Sefîn, Sîsawa, Spîlik, Xelîfan, newala Hêran û Nazenîn bû, wekî Pêşmergeyekê li cem Tahir Ezîr Axa Zerarî xizmet kir, sala 1968an bo baregeha Barzanî yê Nemir li Qesrê û Dêlman hat veguhestin, û sala 1969an beşdarî şerên herêma Barzan bû, di heman salê de piştî ku Artêşa Iraqê herêma Pişder kontrol kir, Şivan Mîrxan yek ji 70 Pêşmergeyan bû ku bi fermana Barzanî yê Nemir ji bo rizgarkirina cihê Maxûbzin li herêma Sengeser çûn, piştî peymana 11ê Adara 1970yî wekî fermandarê fuj hat taybetkirin û berpirsiyariya embarên çek û cebilxaneyên şoreşê li herêma Hacî Omeran jê re hat spartin, piştî karesata sala 1975an çûn komelgeha Zêwe û ji wir jî bo bajarê Kerec, tevlî Şoreşa Gulanê bû sala 1979an paşê vegeriya komelgeha Zêwe, û sala 1980yî bi 100 Pêşmergeyan re bi çavdêriya rehmetî Îdrîs Barzanî û Şêx Mihemed Xalid çû herêma Ketîne û şeş mehan li wir ma.    

Sala 1981ê di nav wan tîmên ku li herêmên Barzan, Mêrgesor û Korto digeriyan û derbeyên kujer li dijmin dixistin beşdar bû, sala 1982an birîndar bû, sala 1988an beşdarî melbenda Xwakorkê bû, piştî kampanyayên Enfalê û topbarana kîmyayî ya herêma Badînan bi Pêşmergeyên din re çû Rojhilatê Kurdistanê, piştî Raperîna mezin a 1991ê vegeriya herêma Barzan.

Du zarokên xwişka wî (Kerîm Mistefa Hedo û Mistefa Şikr Mistefa) Şehîd bûn, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve di dema lidarxistina Kongreya Sêzdahêm a Partiya Demokrat a Kurdistanê de nîşana Barzanî wergirt, niha bi pileya Eqîd di fermandariya Barzan de têkoşîna xwe didomîne.

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.