Şêrwan Hemîd Hemedemîn Qadir di sala 1963an de li bajarokê Şeqlaweyê ji dayik bûye, xwendekarê qonaxa amadeyî bûye li Amadeyî ya Şeqlaweyê. Navê dayika wî Qedriye Seîd Qadir bûye, xwediyê sê birayan bûye bi navên Şiwan Hemîd, Merîwan Hemîd, Kameran Hemîd û çar xwişkên wî jî hebûn bi navên Pexşan, Rêzan, Behar, Viyan. Şêrwan Hemîd xêzandar nebûye û mijûlî xwendin û karê siyasî bûye.
XebatnameŞêrwan Hemîd di qonaxa xwendina amadeyî de peywendî bi rêzên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê kiriye û yek bûye ji endamên çalak ên vê rêkxistinê li bajarokê Şeqlaweyê.
Di heman demê de bavê navbirî peywendiyeke baş hebûye li gel Pêşmergeyên Dola Balîsanê, lewma mehane çend caran navbirî name û kelûpelên pêwîst gihandiye Hêzên Pêşmerge.
Pêşrewiya xwepêşanderên sala 1987an a qezaya Şeqlaweyê kiriye, rojek piştî xwepêşandanê ew bi xwe û tevahiya endamên malbata wî tên girtin, piştî yek mehê ji girtina wan li Emna Hewlêrê ew bi xwe û bavê wî tên sêdarekirin û Şehîd dibin û her Emnê ew li goristaneke bi kom li bajarê Hewlêrê spartine axê, heta sala 1991ê gora bi kom vedikin û her malbatek Şehîdê xwe li wî cihî spartine axê ku bi xwe dixwazin.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





